Ana içeriğe atla
Netenyahu

Netenyahû, li her alî cihanê pişkiriya Kurdistanê dike

Peyamakurd- Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu di serdana xwe ya Arjantînê de ragihand ku ragihandina serxwebûna Kurdistanê mafekî rewa ye.

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu di serdana xwe ya Arjantîna Amerîkaya Latîn de got: "Îsraîl li dijî terorîzmê ye, lê ragihandina serxwebûna Kurdistanê mafekî rewaye."

Benjamîn Netenyahû di axaftina xwe ya civîna çapemenî de got: "Îsraîl li dijî PKKê ye û berovajiyê Tirkiyeyê ku piştgirî dide rêxistina terorîstî ya Hamasê, PKKê wek rêxistineke terorîst dibîne."

Wek tê zanîn çend roj beriya nuha li Amerîkayê di civînekê de Cîgirê Sererkanê Îsraîlê Yaîr Golan gotibû PKK ne rêxistineke terorîst e. Golan gotibû: "Dibe ne bi dilê we be, lê ez nêrîna xwe dibêjim PKK ne terorîst e. Eger hûn kurdên li Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyê bînin cemhev ev nabe hizreke xirab û nabe çirav."

Wezîra Dadê ya Îsraîlê Ayeled Şaked jî gotibû: "Îsraîl piştevaniyê li serxwebûna Kurdistanê dike."