Ana içeriğe atla
nîne

Emîrê Qatarê El Sanî sibê diçe Tirkiyê

Emîrê Qatarê El Sanî bi serdaneka surprîz sibê tê Tirkiyê. El Sanî wê bi serokkomarê Tirkiyê bi Recep Tayip Erdoğan re hevdîtinekî pêk bîne.

Li ser mijara serdanê ji navenda çapemeniya serokkomariyê hat ragihandin; “Emîrê Qatarê Şêx Temîm Bîn Hamed El Sanî, di roja 14ê Eylûla 2017an de, wê serdaneka xebatî bo welatê me bike. Bi wesîla hevdîtinên ku di navbera emîrê Qatarê Şêx Temîm Bîn Hamed El Sanî û Recep Tayip Erdoğan de bêkirin, ji bilî pêwendiyên du alî yên Qatarê, wê pêşdeçûnên herêmê û navdewletî jî bên giftûgo kirin.”