Ana içeriğe atla
nîne

Di ser derba leşkerî ya 12 êlûnê de 37 sal derbas bû

Do 37emîn salvegerea derba leşkerî ya sala 1980ê yê bû. Di ser wê rojê de tam 37 sal derbas bû. Serê siba zû siet di 5 ê sibê de, beyan ji aliyê serokerkane Tirkiyê general Kenan Evren ve hat xwendin. Leşker dest danîbû ser îdarê. Qedexebû kes derê kuçe û kolanan. Her der girtî bû. Serê her kuçe û kolanên bajaran ji aiyê leşker û polîs de hatibûn girtin.

Derbe bi hevkariya temamê fermandarên giştî yên hêzên leşkerî hatibû kirin. Kenan Evren serokerkanê giştî bû. General Nureddîn Ersin yê hezên bejayiyê, general Tahsin Şahinkaya yê hêzên Hezayî, general Nejat Tumer yê hêzên Deryayî û serokê hêzên jendirmeyan yê giştî general Sedat Celasûn. Ev hêz hemû bi hevre yek deng bûn.

Piştî ceribandina 114 caran serokê komara Tirkiyê di parlementoya Tirkiyê de nehatibû hilbijartin. Li her derî kuştin, îşkence, talan, rêbirî hebû. Her tişt weka di nava sîstemekê de dimeşiya. Serokên hemû partiyên siyasî sirgûnkirin bo deverên dûr. Biryarên qedexeya siyasetê hatin dayîn. Temamê erka dewletê ketibû destê 5 generalên li meqamên jor. Parlemento hat roxandin.

Piştî derbeyê di 9ê cotmehê de du xort hatin îdamkirin: Necdet Adalı ku çepgir bû û ji aliyê rastan jî Mustafa Pehlivanoğlu hatin îdamkirin. Di pey wan de Erdal Eren hat îdamkirin ku temenê wî 17sal bû. Di bin 18 saliyê de, li gor qanûnan kes nayê îdamkirin. Temenê wî hat zêdekirin û bi biryara konseya Asayîşa Tirkiyê hat îdamkirin. Serokê Tirkiyê ye wê deme Kenan Evren got: “Em wî îdam nekin, xwedî bikin?”

Ev tiştên li jorê prpofîla wê demê ya Tirkiyê bû. Lê do gelek rêjeyên encama derba 12 ê êlûnê ketin ser kaxez û malperên çapemeniyê û hetta televîzyonan. Rêje gelek balkêşin:

Di pêvajoya derbê de 650 hezar kes hatin binçavkirin. 210 dosya yên dadgehê hatin amadekirin û ji wan 230 hezar kes hatin mehkemekirin. Ji 7 hezar kesan bêhtir ji wan re îdam hat xwestin. Ji van 7 hezaran ji bo 517 kesan îdam hat dayîn û ji wan 50 kes hatin îdamkirin. 14 hezar kes ji hemwelatiya Tirkiyê hatin avêtin. 100 hezar kes bi endamtiya rêxistina siyasî hatin dadgehkirin. Ji ber ku talûke bûn 30 hezar kes ji îş hatin avêtin.

Îşkence û kuştinên kiryarên wan ne diyar gelek zêdebûn. Li dora hezar heb fîlmêm sînemayê hatin qedexekirin. 4 hezar mamoste ji kar derxistin û gelek mamosteyên zankoyan ji îş derxistin.