Ana içeriğe atla
Kosret Resûl Elî

Bi hikûmeta Iraqê re prensîba şîrîkatiyê nemaye

 Nivîsîngeha Cîgirê Serokê Kurdistanê û Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl derbarê daxuyaniyên wî yên di civîna li Kerkûkê de ragihand: “Wateya van gotinan ew e, ku li hikûmeta Iraqê prensîba şîrîkatiyê nemaye, piraniya berpirsên kurd ji Bexdayê hatine vederkirin. Ev yek jî şîrîkatiyê bidawî dike.”

Roja Sêşemê 12-09-2017, Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî li gel Cîgirê Serokê Kurdistanê û Cîgirê Yekem ê Sekreterê Giştî yê YNKê Kosret Resûl û Parêzgarê Kerkûkê Necmedîn Kerîm li Kerkûkê li gel pêkhateyên bajêr civînek saz kirin.

Di dema civînê de Kosret Resûl axaftineke kurt kir û got: “Li hikûmeta Iraqê prensîba şîrîkatiyê nemaye. Prensîba şîrîkatiyê ew e, ku em hemû şîrîk bin lê niha ti kesên me li Bexdayê nemane. Hemû berpirsên kurd hatine derxistin. Eger demokrasiya wan ev be ew tişteke din e.”

Nivîsîngeha Kosret Resûl li ser mebesta van gotinan daxuyaniyek belav kir û ragihand: “Mebesta van gotinên birêz Kosret Resûl ew e, ku li li cem hikûmeta Iraqê prensîba şîrîkatiyê nemaye. Berpirsên kurdan li Bexdayê nemane û piraniya wan şandine Kuridstanê û derxistine. Tenê Wezîrê Rewşenbîre maye, ku ew jî dê bernameya şîrîkatiyê bidawî bike. Ev yek binpêkirina madeyên Destûra Iraqê ye.”