Ana içeriğe atla
nîne

Rûsya 175 endazyarên xwe dişîne Dêrezorê

Rûsya 175 endazyarên xwe dişîne Sûriyê da Dêrezorê ji bombe û teqemeniyên çandî paqij bikin. Ji 175 endazyaran 40 ji wan hatin şandin bo baregeha wan ya leşkerî ku li bajarê Lazkiyê ya devê Behra Sipî ye.

Hat ragihandin ku di nava wan de gelek alêvan ku pêdivî bi wan heye hene. Tankên ku mayîna diteqînin heya kûçikên ku bêhna teqemeniyê digrin, hene.

Ev tê vateya ku li Dêrezorê wê hukumraniya Rûsyayê hebe an ku ya dewleta Sûriyê hebe. Belkî jî li ser Dêrezorê weha li hev kirine.