Ana içeriğe atla
Benjamîn Netanyahû

Netenyahu: Îran ji hemû baskên terorê re çekan dişîne

Serokwezîrê Îsraîlê Benjamîn Netanyahu di axaftina xwe de Îran wekî ‘heştlinga terorê' û binav kir û ragihand ku rêxistina Hizbullahê ji hemû baskên terorê re çekan dişîne.

Li gorî nûçeya Yedioth Ahronoth a îsraîlî, Serokwezîr Benjamîn Netanyahu di serdana xwe ya Arjantîna Amerîkaya Latînê debersiva pirsên rojnamavan da. Netanyahu di axaftina xwe de got: "Li pişt êrişa Buenos Aires a sala 1990î Îran heye. Îran ‘heştlinga terorê' (ahtepota terorê) ye û rêxistina Hizullahê ji hemû baskên terorê yên dinyayê re çekan dişîne. Dişîne Amerîkaya Latîn jî."

Netanyahu di berdewamiya axaftina xwe de got: "Em destûrê nadin ku Tehran li nêzîkî sînore me baregeha hewayî ava bike." Netanyahu yekemîn Serokwezîrê Îsraîlê ye ku serdana Amerîkaya Latîn dike.

Serokwezîrê Îsraîlê piştî Arjantînê wê serdana Kolombiya û Meksîkayê bike û piştî serdanê dibe ji bo hevdîtina Serokê Amerîkayê Donald Trump here Washîngtonê.