Ana içeriğe atla
nîne

Mesûd Barzanî: Kerkûk dê her parastî bimîne

Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî, cîgirê wî Kusret Resûl û waliyê Kerkûkê Necmeddîn Kerîm li bajarê Kerkûkê civînekî li dar xistin. Di civînê de ji aliyê etnîkî de Kurd, Ereb, Suryanî, Keldanî, Tirkmen û kêmneteweyên din hebûn. Ji aliyê olî de misilmanên sunne, yên şîa, ehlî heq, kakeî, îsewî û ji her di cûre baweriyê de, gelek kes hebûn.

Di civînê de Barzanî tîşkê xiste ser gelek mijaran û xwest eger pirsên kesekî hebin dikarin li ser mijara refarndûm û dahatûya Kurdistanê ji wan bikin.

Barzanî di axaftina xwe de, di gelek mijaran de fikra xwe û ya xelkê Kurdistanê got û weha dewam kir: “Referandûm çêbibe û Kurdistan serbixwe bibe, wê Kerkûk her parastî bimîne. Kerkûk ciyê pêkvejiyana neteweyan û olan e. Asûr, Keldan, Tirkmen, Kurd, Ereb hîç ferq nake. Şîa, Sunnî, Kakeî, Şebek, ehlî heq… herkesê li ser axa Kurdistanê dijî mafên wan yên pêkvejiyanê dê parastî be.”

Barzanî di mijara referandûmê de ragihand ku biryara referandûmê ne biryara partiyekî an grûbekiye. Biryar ya milletê Kurdistanê ye. Barzanî dewam kir û got ku Kerkûk nimûneya birayetiyê ye.

Li ser mijara Bexdayê Barzanî weha got: “Di navbera me û Bexdayê de tiştek nemaye ku em bi hevre pêkvejiyanê bikin. Parleman û rêvebiriya Bexdayê maddeya 140 ê neanî cî. Eger bi cî bianiya dibû çirîskekî bo pêkvejiyana bi hevre. Niha hewl didin ku waliyê Kerkûkê Dr. Necmeddîn Kerîm ji wezîfê bigrin. Em rê nadin tiştekî weha. Bazara me û Bexdayê ne weha bû. Iraqeka demokratik, firehayînî, firehnetewe û firehîzbî bû. Lê niha îdara Bexdayê tenê bi mezhebî û grûbî tê îdarekirin.”

Li ser babeta parastina Kerkûkê Barzanî weha got; “Dê pêşmerge Kerkûkê biparêze.Em naxwazin bi Bexdayê re gengeşê bikin. Em dixwazin bi Bexdayê re bibin du cîranên baş.”