Ana içeriğe atla
Qesra Spî

Li Koşka Spî alarm

Bi hinceta peydebûna pakêteke bi guman li nêzîkî Koşka Spî ya Amerîkayê deriyên Koşka Spî ji çûnûhatinê re hatin girtin.

Saziya Îstixbarata Nepen a Amerîkayê li ser hesabê xwe yê twitterê ragihand ku ew lêkolîna li ser pakêta bi guman a li nêzîkî kolana Pennslyvania hatiye dîtin berdewam dikin.

Hat ragihandin ku lêpirsîna li ser mijarê didome, lê ti agahiyeke din nehat belavkirin.