Ana içeriğe atla
nîne

Îran dibêje Barzanî ji wan xwestiye da bikevin navbera Hewlêr û Bexdayê

Wezareta karê derve yê Îranê bersiva Barzanî bi erênî daye ku bibin navbeynkarê navbera Kurdistan û Bexdayê.

Berdevkê wezareta karê derve yê Îranê Behram Qasimî ragihand ku ji bo navbeynkariya navbera Hewlêr û Bexdayê, çi ji destê Îranê were, bi miqdarê qeweta xwe wê bike.

Qasimî, li navenda çapemeniya wezaretê beyanek da û got; serokê herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî ku gotiye; “Îran dikare di navbera Hewlêr û Bexdayê de bibe navbeynkar”, ew vê daxwazê bi memnûniyetî qebûl dikin. Qasimî weha dewam dike: “Em dixwazin ku hevdîtinên navbera Bexda û Hewlêrê ji nû de depêbikin û encamên erênî bidin.”

Qasimî dibêje li ser mijara yekîtiya axa Iraqê ramanên wan neguhurîne û dibêje; “Îran bi qederê hêza xwe, di dema krîzên talûke û xerabkar de, ji ber ku pêwendiyên me yên baş bi Kurdan re, bi hukumeta navedî ya Iraqê re û bi grûbên din re hene, em dixwazin krîzan çareser bikin.”

Barzanî, di dawiya heftê de, di hevpeyvîna bi BBC re, bi beşa Farisî re kiribû, gotibû; “Îran bi bandora xwe ya ser hukumeta Iraqê ya navendî, dikare di pirsgirêkan de bibe pirekî da pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê çareser bibin.

Qasimî bi bîr xist ku li Astanayê serokê Tirkiyê Tayip Erdoğan û serokê Îranê Hasan Rûhanî hev dîtine û Rûhanî gotibû “Pêwendiyên Îran û Tirkiyê ketine asteka nû.” Qasimî dewam kir û got ; “Em bûne şahid ku pêwendiyên her du dewletên cîran û hevkariya her dû dewletan derketine asta bilind.” Qasimî dibêje hêza her du dewletan yên ku hene, di arîşeyên ku niha li herêmê hene de, dikarin bi hevre bikarbînin û di mehên bê de, di asta heyetan de, wê hevdîtinan bikin û pêwendiyên her du dewletan, di nava zeman de dê xurttir bibin.