Ana içeriğe atla
Facebook

Facebook profîleke nû vedike

Torîleka herî mezin a civakî li ser înternetê Facebook, ji bo kesên naxwazin navên wan bên eşkerekirin û girîngiyê didin nepenîbûnê, profîleke nû vedike.

Li gor agahiyan dê bi profîla nû ya Facebookê, tenê hevalên nêzîk bikarin bi awayekî taybet danûstandinê bikin û hevdu bibînin.

Hat ragihandin ku Facebookê dest bi xebatên avakirina profîla taybet bo bikarhêneran kiriye.

Tê pêşbînîkirin, bi vê nûbûnê re gelek kesên ji ber nepenîbûnê dûrî torên civakî disekinin jî li ser torên civakî xwe tomar bikin û hesabên xwe çalak bibin.