Ana içeriğe atla
Erdogan

Ez ji Tirkmenan daxwaz dikim ku ti caran dev ji axa xwe bernedin.

Recep Tayyip Erdogan Serokomarê Tirkiyeyê di derbarê gotina Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê ya ji bo Kerkûkê de ragihand ku divê ew wê gotinê piştrast bikin.

Hat ragihandin ku piştî bidawîbûna Civîna Rêxistinên Alîkarî yên Îslamî li Kazakistanê rojnamevanekî Tirk ji Recep Tayyip Erdogan Serokomarê Tirkiyeyê gotina Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê ya di derbarê Kerkûkê de pirsî.

Erdogan li ser vê pirsê got, "Pêwîst e em pêşiyê agahiyeke rast ji Wezareta Karên Derve werbigirin. Divê em bizanin ev rast e yan na û em li gorî wê yekê bipeyivin. Lê ez ji Tirkmenan daxwaz dikim ku ti caran dev ji axa xwe bernedin. Em ê ji bo vê yekê hevkariya wan bikin."

Tê zanîn ku Mesûd Barzanî Serokê Kurdistanê di gotûbêja xwe ya ligel BBC Farisî de gotibû, "Ger ku komek bixwaze rewşa Kerkûkê bi zorê biguherîne, bila baş bizanibin ku her Kurd amade ye ji bo Kerkûkê şer bike."