Ana içeriğe atla
nîne

Erdoğan: Ji bo fuzeyên S-400 hinek pere (kaparo) jî hat dayîn

Serokê Tirkiyê Tayip Erdoğan dema ji Kazakistanê dadigeriya, di balafirê de pirsên rojnamevanan bersivand û got ku ji bo S-400 an hinek pere jî (kapora) hatiye dayîn.

Erdoğan behsa hevdîtinên Astanayê kir ku dê di 14 ê vê mehê de, bi telîbûna Îran, Rûsya û Tirkiyê, dê bê kirin, ji bo herêmê û dahatûya Tirkiyê gelek girîng e. Erdoğan got; niha her tişt baş dimeşe û weha dewam kir:

“Bi taybetî dikarim ji bo Îdlîbê vêya bêjim. 14 mêhe, zîrwe ya Astanayê gelek girîng e. Niha li Îdlîbê pêvajoya ku me berê bi Rîsyayê re li serê li hev kiribû, baş dimeşe. Di navbera me û Rûsyayê de ti dijberî tine ye. Di hevdîtina me ya bi Îranê re tiştekî ku em li serê li hev nekin neket rojeva me. Ez texmîn dikim piştî zîrwe ya Astanayê wê di navbera me de hevdîtinên baş weha dewam bikin.”

Erdoğan di mijara S-400an de got ku wan peymanan îmze kirine. Kaparo hatiye dayîn. Piştî vê pêvajoyê wê Rûsya kredî bide Tirkiyê û pêvajo dewam bike. Erdoğan weha dewam kir:

“Hem ez û hem Pûtîn, em di vê babetê de xwedî biryarin. Kes nikare niqaşê li ser sanayiya dewleta Tirkiyê û berevaniya Tirkiyê bike. Kes nikare ji bo serbixwebûna me re tiştekî bêje. Li ser van mijaran tenê em dikarin biryara xwe bidin. Em mecbûrin bergiriya xwe bikin. Eger ji bo em tedbîrên xwe distînin, hinek astengî derên pêşiya me, em ê jî li çara serê xwe binêrin.”

Li ser mijara “Balafirên Bê Mirov” jî got ku niha ew bi xwe wan çêdikin. Dema dixwestin ji dewletekî bikirin, kes nedida wan. An perê zêde ji wan dixwestin.