Ana içeriğe atla
nîne

Amerîka di mijara S-400 de mesaj da Tirkiyê: Em bi endîşe ne

Pentagon li ser gotina serokkomarê Tirkiyê Tayip Erdoğan ku got “me ji bo S-400 an kapora daye” bersiva Erdoğan da. Di bersivê de dema got “Em bi endîşe ne” Tirkiyê got dibe ku Rûsya wextê dayîna fuzeyan kurt bike.

Li ser îmzekirina peymana S-400an di navbera Ankara û Moskova de, berdevkê Pentagonê

Johnny Michael, ji ajansa Rûsya re ji Sputnikê re axifî û got; “Me endîşeyên xwe di babeta kirîna fuzeyên S-400 de ji Ankara re got. Bijarteya herî baş ji bo Tirkiyê ku wê Tirkiyê di herêmê de biparêze, sîstema fuzeyan ya ku bi sîstema NATO re bikaribe bixebite û li hev bike.”