Ana içeriğe atla
nîne

Şoreşa Eylûlê li Kurd û Kurdistanê pîroz be

Sala 1958. Li Bexdayê, di 15 ê tîrmehê de desthitiya hukumeta Nûrî Seîd rabû û di şûna wî de Abdulkerîm Qasim hat serî. Biryara roxandina desthilatdariya kevin ya Iraqê ji Moskovayê hatibû dayîn. Mele Mistefa Barzanî jî li Moskovayê bû. 11 salên wî li Sowyetistanê qediyabû. Bi çûyîna Nûrî Seîd re, Barzanî kete nav bizavê. Dixwest gavekê zûtir dagere welatê xwe. Çû Çekê û ji wê derê çû Polonyayê. Pasaporta xwe ji sefareta Iraqê girt. Rast berê xwe da welatê Misrê.

Li welatê Misrê Cemal Abdulnasir li ser text bû. Nasir dostê Sowyetê bû hem ye Barzanî bû jî. Nasir pêşiwaziyeka germ li Barzanî û yên pê re, weke Eshed Xoşewî û yên din kir. Bûn mêvanê taybet yê Cemal Abdulnasir. Ji Misrê bi balafirê hatin balafirgeha Musena ya Bexdayê. Bi deh hezaran Kurd û Kurdistanî pêşiwaziya Barzanî kirin. Barzanî li otêlê bicîh bû. Di nava yên ku wî li otêlê ziyaret kirine de, hêjî yên ku saxin hene.

Barzanî ji hukumeta Qasim daxwaza mafê gelê Kurd dikir. Din av xwe de qanûna bingehîn ya makezagon çêkirin. Tê de beyan kirin ku dewleta Iraqê ji du milletan ava bûye: Kurd û Ereb.

Lê mixabin şowenîzma Ereba her dem ji wan re serdest e. Bexda û Barzaniyê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê li hev nekirin. Mafê Kurda binpê dikirin. Kurda bilî dikirin da wext qezenc bikin. Barzanî wan baş nasdikir. Ji Abdulkerîm Qasim re got ku nehatiye li koşka Nûrî Seîd rûnê û li kêfa xwe binêre. Barzanî hat herêma Barzan, Kurdistanê. Li dermanek digeriya bê çi bike. 11 sal li xerîbiyê mabû. Pêngava yekem şêwr bû ku bi Kurda re bike. Barzanî gelek cara bi heval, dost, endam, mezineşîr û heta bi zarokan re dişêwirî. Ev exlaqekî Barzanî bû. Kurd jî ji destê desthilatdariya Bexdayê neçar bûn. Hukumeta Iraqê li gelek herêmên Kurdistanê ji xwe re dosta çêkiribû û Kurda xwe bi xwe dikir dijminê hev.

Di encama şêwra Barzanî bi Kurdan re, dîmenê ku derket holê destpêkirina şer bû. Di 11ê Eylûlê,di sala 1961ê de şerê azadiyê destpêkir. Ji ber di meha Eylûlê de destpêkir, ji wê rojê û pê de weke “Şoreşa Eylûlê” hat binavkirin. Kurd her ku diçû xwe xurt dikirin. Hukumeta Iraqê temamê derfetên xwe seferber kiribûn da dengê Kurda negihîje dinyayê ku pêşmerge bo mafên xwe li Kurdistanê li dijî Bexdayê şer dikin. Di dinyayê de, di medyayê de Kurda bêçare kirin. Yekem pêngava ku Kurd û pêşmerge pê hatin naskirin şerê Eynzalê bû. Kurd, êrîşê biribûn ser bîrên petrolê. BP şîrketa Brîtanî li wê derê petrolê derdixist. Di nava şerê Eynzalê de du kesên Brîtanî jî hebûn ku navê girtina wan giha heya Londrayê. Li Beyrûdê Barzanî mirovên xwe yên dîplomasiyê wezîfedar kiribû da bi balyozxane û çapemeniya li Beyrûdê re bikevin nava pêwendiyan. Beyrûd navendeka dîplomasiya dinyayê bû. Bi sê qola Kurd bi dinyayê dan fêmkirin ku belê mafê gelê Kurd nehatiye dayîn û Kurd ji bo mafê xwe şer dikin.

Weka me li jorê jî got; qanûna esasî ya 1958 ya Iraqê, di serê qanûn de xaleka weha danîbûn. Iraq ji du milletan ava bûye: Kurd û Ereb. Lê weka niha çawa qanûn tê binpêkirin, wisa jî di wan salan de dihat binpêkirin. Kurd şerên dijwar dikirin. Heya sala 1969 û serê 1970 yan ku ji Zaxo heya Xaniqînê, ji Hacî Umran heya Kerkûkê xistibûn destê xwe. Ereb ango hukumeta Bexdayê gelek caran guherîbû lê hemû deshilatdar li heman tenbûrê didan. Barzanî gelek fikirî. Şêwra xwe kir û birayarek da û got:

“Madem Bexda bi petrola Kurda pere qezenc dike û bi wan pereyan sîlih dikire û li Kurda dixe, em ê jî li petrola Kerkûkê bidin. Encama wê çiqas xerab be jî em ê lê bixin. Madem em petrola xwe naxun, bila keseke dinê jî nexwe.” Ev biryareka gelek zahmet bû bo Barzanî.

Kurda topên xwe yên agirvejînê birin herêma Kerkûkê. Rehmetî Samî Abdurrehman ji aliyê Barzanî ve hatibû wezîfedarkirin. Samî eskerî bû û ji şer baş fêm dikir. Bi texmînî 4 siet bi wan topan li bîrên Kerkûkê dan. Agir bi wan bîran ket û Bexda destên xwe yên teslîmbûnê bilind kir.

Muzakere destpêkirin heya di 11ê adarê de peymana 1970 hat girêdan û îmzekirin. Divê mirov bêje ku pêşmerge gelek qehremaniyan kirin û destanan afirandin: Şerê Geliyê Zawîte, şerê Çiyayê Metîna, Şerê Korekê, Şerê Geliyê Emer Axa, Şerê Xaniqînê, Şerê Çiyayê Hindirînê, Şerê Hemrîn, Şerê Çiyayê Şîrîn û Pîriz, Şerê Şêrwan û hwd. Gelek şerên din ku di wan de pêşmerge xwîna xwe rêtin û bi serketin. Bi jimartina şer navên wan naqede.

Bi peymana 11ê Adara 1970 yan Kurd gelek tiştan bidestxistin lê mixabin cîbicîkirina hinek xalên peymanê li ser 4 salan belave bû. Her wekî mijara Kerkûkê. Ev jî dihişt ku Bexda xwe çekdar bike û bi dewletên dinyayê re peymanan girêde û xwe bi hêz bike. Wisa jî bû. Bi taybetî bi Fransa û Sowyetê re peymanên baş girêdabû. Di çarçoveya siyaseta Detantê de, Sowyeta sosyalîst alîkarî dida Bexdayê. Gelek balafir û bombeyan firotibû Bexdayê. Di raya giştî de piştgiriya Bexda dikirin.

Li aliyê Kurdistanê, 5 wezaret dabûn Kurda. Mamosteyên Kurdistanê Kurd bûn. Walî û hemû memûr Kurd bûn. Ji petrola Iraqê para Kurda dihat. Belediye di destê Kurdan de bûn. Xebatên Partiyên Kurd di serî de yên PDK ê serbest bûn. Asayîşa Kurdistanê ji aliyê Kurdan ve dihat kontrolkirin. Lê car din weka îro, ew deverên ku li ser wan gengeşeya maddeya 140 heye, ew roj jî hebû. Ereb di peydakirina aloziyan de, di serî de dizanin bê çi bikin.

Lê gotinek heye ku dibêjin dîrok her dem xwe dubare dike. Şertên di peymana 11ê adarê de de her dem binpê dikirin. Ev jî bû sedemê şereke nû ku ew şer, li gor hinek dîrkzanan di nav çarçoveya şorişa Eylûlê de û li gor hinekên din, despêka pêvajoyeka nû tê qebûlkirin.

Lê divê nê jibîrkirin ku di şorişa Eylûlê de, serkirdayetiya PDK û pêşmerge, bi millete Kurd ve fîdakariya herî mezin nîşan dane, heya hatine asta peymana 11 ê Adara 1970 yan ku dawiya şerê 9 salaye. Destkeftinên peymana 11 ê adarê ya sala 1970 û Şoreşa Eylûlê bingeha destkeftiyên Kurdan yên îro ye.

Şoreşa Eylûlê hîmê Kurda qewî kiriye û Kurd bi hêvîne ku di referandûma serxwebûna Kurdistanê ya 25 ê eylûlê de ango piştî 14 rojên din biserbikevin û ala Kurdistanê li ser banên Kurdistanê bilind bikin.

PEYAMAKURD.COM