Ana içeriğe atla
nîne

Li Adanayê polîsekî 3 mirovên xwe kuşt

Li bajarê Adana yê Tirkiyê, polîsekî trafîkê du xalên xwe û pismamekî xwe kuşt. Bûyera kuştinê bi sedema pera çêbû. Polîs, her dû xalên wî û pismamê wî li ser 9 hezar pereyê Tirk (2.800 dolar) munaqeşe kirin û berizîn hev. Paşî polîs bi sîliha xwe li wan da. 1 ji wan li ciyê bûyerê û du ji wan li nexweşxanê canê xwe dan.

Bûyer li navçeya Yureğirê çêbû. Polîsê bi navê Görkem E. bi xalên xwe re ortaxiyê kiribû û xalên wî jê re deyndar mabûn. Kuştin jî li ser mijara pera çêbû. Piştî bûyer qewimî, polis li qereqolê geriya û xwest teslîm bibe. Polîs hat û polîsê kujer birin “baregeha polîsê cînayetê”.