Ana içeriğe atla
nîne

Hunermend Mehmet Cizîrî: Ji Cizîra Bota heya Îstenbolê

Mehmet Cizîrî ku bi Anne Marie re duet kiribû di derbarê bernameya xwe û Anne de axifî. Anne Marie ya stranbêja Îngîlîz ku di dinyayê de bi nav û denge û xortê Cizîrî Mehmet Ali Şulan bi hevre duet kiribûn. Mehmet Ali Şulan ê Cizîrî behsa çîroka xwe ya ku ji Cizîrê dest pêdikir û heya Îstenbole dihat kir.

Xelkê, Mehmet Ali yê Cizîrî piştî ku bi Anne Marie ya bi nav û deng ya Brîtanî re, li Îstenbolê duetê kir, li ser medya civakî hat naskirin. Kilamên ku bi Înîlizi û Kurmancî hatin gotin, ji aliyê bi mîlyonan kes ve hatin temaşekirin û ecibandin. Di 9 ê eyûlê de, êvarê xeyalên Mehmet rast derketin û bi Anne Marie re derkete ser dikê.

Şulan, di mijara hestên xwe yên dema derket ser dike, weha anî ziman: “Hestên gelek tevlihevin. Li aliyekê kêf û li aliyê dinê xemgînî. Ji ber ku zêde bi kêfim ez xemgînim. Pir xweş bû. Esas hatina min ya İstenbolê bo min mucîze bû. Derketina min a ser dike. Anne ji min re peyam şandibû. Ew du roj bû min înterneta xwe venekiribû. Min nizanibû. Çend hevalên min ji min re gotin mesaj hatiye. Ew hevalên min berê min dan Îstenbolê. Bilêta bakafirê tinebû. Ji yedekê ez siwar bûm.”

Mehmet, dema axaftina xwe dike bi kêf e. Weha dewam kir: “Berya em derên ser dikê ez û Anne Marie bi hevre axifîn. Me bi qederê 7 deqe behsa ser dike kir bê em ê çi bikin. Me bi xwezayî stra bê ku bi hevre prova bikin. Dîsa jî baş bû. Ne xerab bû. 9 kilaman ew got û di kilama nehan de min pêre got. 8 kilam weka ya ku me bi hevre got, nedibûn. Xelk dicoşiya. Dema dor hat ser Rockabye ku me duet kir, herkes kelecanî bû. Wê jî dît. Gelek xwe bû. Atmosfereka xweş hebû.”

Li ser pirsa ku bê bi çi navî banga wî kirin da here ser dikê, Mehmet weha bersivê da:

“Bi navê Mehmet Cizîrî banga min kir. Gelek kêfa min hat. Ew der welatê ku ez lê bum e û tê de mezin bûme. Ez kurê wî welatî me. Gelek xweşe ku ez bi navî têm nasîn. Em berya konserê û piştî konserê jî axifîn. Min xwest sipasiya wê bikim. Ew bi eksa min, wê sipasiya min kir. Min jê re got ku ez bi xêra wê hatim naskirin. Ew jî got na. Tu saxbî. Ez bi xêra te hatim naskirin. Tişteke tuhaf bû lê xweş bû.”

Mehmetê Cizîrî behsa medya civakî dike bê çawa li ser medyayê hesab vekirine û video hatine parvekirin. Bi xwe hesabê wî yê medyayê tine ye. Lê hêvî gelek xweşe ku dema bide rastî. Mehmet muzîsyene û tîma wan heye. Birayê wî û hevalên wî di nava tîmê de hene. 10 sale ev karê han dikin. Li “navenda ciwanan” ya Cizîrê bi dilê xwe ders dide. Navend ya ser wezareta ciwanî û sporê ve ye. Li wir ders didin. Mehmet dersa rîtmê dide, birayê wî dersa sazê û dersa şanê dide. Bê pere dersê didin û li kafeyan dertên ser dikê, stranan dibêjin.

Bi hezaran peyam ji Mehmet re diçin. Yên bi Kurdî nizanin, dixwazin jê fêrî Kurdî bibin. Mehme dibêje; “Bi xêra min ya ser dikê kefa wan ji Kurdî re hatiye.” Ev jî bi Mehmet gelek xweş e.

Mehmet behsa welatê xwe Cizîa Botan dike. Li cizîrê kêm xaniyek hebe ku zerab nebûbe an derb lê neketibe. Mal wî jî hatiye xerab kirin. Niha bi kirê dixaniyek de dimîne. Naxwaze wan rojên berê ne bibîne û ne jî bîne bîra xwe. Wan rojên ku Cizîr dihat xerabkirin û wêrankirin.