Ana içeriğe atla
dalkurd

Dalkurd ev 2 hefteye ser hev di yariyan de wekhev dimîne

Di çarçoveya yariyên heftêya 23yemîn a lîga 2emîn a Swêdê Superettanê de tîma Dalkurdê şevê din li gel tîma Falkenbergsê yariyeke pir bi tekoşîn kir û di encamê de herdu tîm bi golekê wekhev man.

Di heftêya 23yemîn a lîga 2emîn a Swêdê Superettanê de, yaneya Dalkurdê şevê din (09-09-2017), di mala xwe ya Yarîgeha Domnarvisvalen de pêşwaziya tîma Falkenbergsê kir.

Di xuleka 39ê de lîstikvanê Falkenbergsê Rixhard Donkor golek tomar kir û beşa yekem a yariyê bi 1-0 xilas bû. Di beşa duyemîn a yariyê de, lîstikvanê bi şiyan ê Dalkurdê Richard Yarsuvat golek avêt û encam bû 1-1.

Bi vî awayî Dalkurd ev 2 heftêye ser hev di yariyan de wekhev dimîne.

Di encama vê yariyê de Dalkurdê xalên xwe kirin 48 xal û di rêzbenda yekemîn a Superettanê de ma.

Niha Dalkurd dê li hêviya yariya  Br pojkarna û Helsingborgê bibe, ku ev yarî jî dê roja 12ê Îlonê were lîstin.   

Ji bo bidawîbûna werzê îsal a lîga 2emîn a Swêdê Superettanê tenê 7 yariyên Dalkurdê mane. Eger di nava van heftêyan de Dalkurd bikare di rêzbenda yekemîn an jî ya duyemîn de bimîne, dê derkeve lîga yekemîn a Swêdê Allsvenskanê.

Yaneya Dalkurdê

Dalkurd FF, anku bi swedî Dalkurd Fotbollförening (Yekîtiya Futbolê ya Dalkurd), yaneyeke futbolê ya kurdî-swêdî ye.

Dalkurd di sala 2004'an de li Borlängeya Swêdê ji aliyê kurdên diyasporayê ve hatiye sazkirin. Di 2008an de nîvê tîmê kurdên Mêrdînê bûn. Lê niha bûye tîmeke mezin.

Dalkurd yekemîn time ku di lîgên Swêdê de 5 caran ser hev bûye yekemîn û ji bo lîgege ser ve bilind bûye.