Ana içeriğe atla
nîne

Bobelata Irmayê li Florîdayê jî xist: Jiyan hat asta rawestandinê

Bobelata Irmayê li eyaleta Florîdayê ya Amerîkayê da û jiyan hat asta rawestandinê. Bobelat gihaye bajarê Tampayê. Av û xwarina xelkê herêmê nema. Market vala bûn.

Serokê Amerîkayê Trump Florîdayê weka “Herêma Bobelatê” ragihand û kirina alîkariya federal bo herêmê tesdîq kir.

Hat ragihandin ku li rojavayê qerexê okyanûsê, hêza bobelatê kêm bûye. Navenda Netewî ya Bobelatê ya Amerîkayê ragihand ku asta wê ya dûyem e û di sietê e 177 km diçe. Ji ber bandora bayê lez herî kêm 3 kes mirine.

Rêvebirî nikare elektrîkê bide 3.4 mîlyon malî. Qismek ji bajarê Mîamiyê di bin avê de maye. Li hinek bajaran ji bo dizî nêkirin, qedexeya derktina şevê hat danîn. Kesên ku dikkana talan kirine, polîs wan binçav kiriye.

Trump wê di nêzde eyaletê ziyaret bike. Beyankirina afeta xwezayî tê vateya hinek tiştan: Xelkê herême dibe ku bixwaze wan di wargehên demkî de bicîh bikin. Wê karibin ji bo tamîra mal û kargehên xwe hîbbe bistînin û mesrefa rakirina enkazan bistînin. Parêzgerê eyaletê fermana 6 mîlyon kesî dabu ku malên xwe vala bikin. Ev jî tê vateya ji %30 ye nûfûsa eyaletê.

Bobelata bi navê Irmayê di dîroka Okyanûs a Atlasê de, ya herî mezin e. Bi taybetî li Karayîpê bû sedema ku gelek cî xerab bûn û 27 kes mirin. Li Florîdaye pêlên avê bi qederê 5 metre bilind bûn.