Ana içeriğe atla
Serok Barzanî

Peyama Serokê Kurdistanê

 

Li gor malpera fermî ya serokatiya  Kurdistanê daxuyaniya îro 10.09.2017ê hatî belav kirin waha ye:

Peyamek ji Serokê  Kurdistanê bo raya giştî!

Bi navê xwedayê bexşîner û mîhreban

Gelê Kurdistanê ezmûnek sed salê wê tejî li bela li gel hikûmetên Iraqê derbas kirin. Di vê sedsalê de şirîkbûn pêknehat û gelê Kurdistanê rastî enfal û kîmyabaranê bû. Ji bo xwe gehandina aştî û dûrketina ji şer û pirsgirêkên zêdetir  gelê Kurdistanê biryara referandûmê daye û dê ber bi serxwebûnê ve pêngavan bavêje.

Ev pêngav mafeke xwezayî û rewa yê gelê Kurdistanê ye û ne nakoke li gel ti bingehek esmanî û mirovî. Pêkanîna vê mafê bi ti awayekê nayê wateya dijatiya ti pêkhateyek netewî û olî yê gelê Iraqê. Ji ber ev danîna bingehek qahîm bo rê lê girtina têkdana peyvendiyên dîrokî yên gelê Kurdistanê û gelê Iraqê ye.  

Her core daxuyanî û reftarên ku hebûna dijatiya biratiyê û pêkvejiyan te de be, bi ti awayekê peyvendiya xwe bi nirxên bilind ên gelê me û siyaseta herêmê ve tineye û pir dûre ji çanda pêkvejiyan û lêbordeyiya gelê Kurdistanê.

Di dema ku em ber bi serxwebûnê ve gav davêjin, bi piştrastî reftarên sitemkarî yên rejîmên berê yên Iraqê li dijî gelê Kurdistanê li gel biratiya gelê Kurdistanê û gelê Iraqê nayê têkel kirin. Referandûm jî bi awayekê bandorê li ser berdewamiya dostaniyê û biratiya di navbera gelê Kurdistanê û gelê Iraqê de dê kûrtir û bihêztir bike. Em dizanin ku gelên Iraqê jî qurbana destê rejîmên dîktatorbûne û li gel Kurdistanê di yek çeperê de bûne.

Ez daxwazê ji hemwelatiyên Kurdistanê dikim ku di dema diyar kirina îrade û mafê xwe de nirxên gelê me yên bilind û çanda biratiyê û pêkvejiyana dîrokî ya di navbera pêkhateyên netewî û olî li berçav bigrin. Xwîşk û birayên me li Iraqê divê bizanin ku gelê Kurdistanê ne bûye sedemê têkdana yekpareyî, şirîkî û jiyana hevbeş a li Iraqê bûye, rejîmên sitemkar û hikûmetên Iraqê û siyaseta înkarê bûye sedemê serekî yê têkdana pêkvebûnê û yekparçeyî têkbiçe.

Mesûd Barzanî