Ana içeriğe atla
nîne

Li welatê Misrê mumya yên nû hatin dîtin

Li welatê Misrê 3 hezar û 500 sal berê gora ku ji bo zêringerê qraliyetê, jin û her du zarokên wî hatibû çêkirin, hat dîtin.

Xebatên arkeolojîk yên ku li welatê Misrê, li bajarê El Uksur hatin kirin, di xebatan de gorekî derket holê û tê texmînkirin ku gor di navbera salên 1600 û 1100 an de berya zayînê hatiye avakirin. Gor nêzî rûbarê Nîlê hatiye dîtin.

Zêringerê ku di wê dewrê de yê qraliyetê bûye, bi jina xwe û du zarokên xwe ve di gorekî de mûmya yên wan hatin dîtin. Karbisedt dibêjin ku mûmya di şertên gelek baş de hatine veşartin.

Di nava gorê û dervayê gorê de gelek xişir û maske hatin dîtin. Arkeolog xebatên xwe dewam dikin.