Ana içeriğe atla
nîne

Nekropola Ûrartûyan ya 2 hezar û 750 sal berê derket holê

Li navçe ya Gurpinar a ser Wanê, kel a ku Ûrartûyan avakiriye ya bi navê Çawûştepe, tê de hinek berhem hatin dîtin ku bê Ûrartûyan çawa miriyên xwe vedişartin.

Şêwirmendiya pêwendiyên Gel yê wezareta Çand û tûrîzmê, li ser mijara Çawûştepe ku niha xebatên binerdê lê dewam dikin, agahiyan da. Kel, di salên dawiyê de ji ber kesên ku li defîneyan digerin, her derî dikolin û kelê jî perîşan kirine. Hat ragihandin ku di kelê de, dema Ûrartûyî miriyên xwe vedişartin, gelek nîşeneyên wan hebûn.

Dema li kelê lêkolîn dihatin kirin, leqayê du îskeletan hatine ku bi îhtîmaleka mezin her dû îskelet yên jin û mêrekî ne. Ev ji aliyê zanistî ve yekem e ku ev her dû jin û mêrê hev bin.

Hem di nava gorekê de îskeletê hespekî hat dîtin ku ev îskelet, bi îhtîmala mezin wê yê hespê van kesên ku jin û mêrê hevbûne, be. Îskeletê hespê ku di gorê de hatiye dîtin, belkî yekemîn care ku gora hespekî tê dîtin. Ev jî kolandina kelehê girîngtir dike. Paşî, ji wezaretê weha hat ragihandin:

“Kesên karê defîneyan dikin wisa kirine ku şopên jiyana bi hezararn sal berê ji holê radibin. Gelek zerar dane kelê. Jiyana civakî ya dewra Ûrartûyan, baweriyên wan yên olî û definkirina miriyên wan çawa hatine kirin, ji bo van agahiyan ji holê ranebin, wezaret xwest nekropolê rizgar bike. Di xebatan de du cûreyên definkirinê hatin dîtin. Yek ji wan ew e ku miriyên xwe dişewitandin (kremasyon) û xweliya wan dixistin kasikekî û vê definkirinê bi “ûrne” binavdikirin. Ya duyem jî ew e ku mirî dema ku di zikê diya xwe de bû, çawa disekinî (inhimasyon), wisa dixistin gorê û gor ji axê bû. Li seha kolandinê, li başûrê wê, di kûrahiya nîv metre de, 8 heb ûrne gor hatin dîtin ku piraniya wan şikestîne.

Li nêzî ciye îskeletê hespê ku li tebeqeya yekeme, gelek berhemên hesin ku zeng girtine hatin dîtin. Hem pê re berhemên bronzî bi taybetî bizmar jî hatine dîtin. Çavdêriyên yekem ku li ser van hatine kirin nîşan didin ku van bizmaran û berhemên hesinî yên ereba hespê ne. Ji îskeletê hespê wê nimûne dê bên girtin û bişînin labaruwaran da cinsê hespê û temenê wê tesbît bikin.

Ji îskeletê hespê bi 2.5 metre dûr gora malbatekî hate dîtin ku dibe yê malbeteka girîng be. Ji rûyê erdê 2,8 metre kûr, di goreka ji axê de, her dû jî danîne ser aliyên çepê û di weziyeta hoker de, îskeletê jin û mêrekî hatiye dîtin. Ji bo ku li rex hevin dibe ku jin û mêrê hev bin.

Berê îskeletê mêr li başûrê rojhilat û yê jinê li bakûrê rojhilatê dinêre. Li ser lingê jinê ji bronz tepsiyek heye. Kembereka bronz û zîvî û gelek xişrên ji zêr li ser îskeletê jinê hatin dîtin. Li ser îskeletê mêr jî mohrek û kemreka bronzî hatin dîtin. Dibe ku hesp jî yê vê malbatê be.

Xebatên vê derê ango Çawûştepe di 3 tebaxê de destpêkir. Xebat bi îzna wezaretê hat destpêkirin û xebat bi 200 metre li jorê, li ser gir, li seha nekropolê hat meşandin. Kela Çawûştepe ku gorên qralên Ûrartûyan lê ne, ji aliyê qralê Ûrartûyan Sardûri yê duyem ve hatiye avakirin. Tarîxa avakirina wê Berya Zayînê li dora 750 sal e. Heya qraliyeta Ûrartûyan ji holê rabû, ji aliyê xelkê vê derê ve, li dora 200 salî weka goristan hat bikaranîn.