Ana içeriğe atla
Siyamend rehman

Kurdek bû "werzişvanê herî baş" ê sala 2017an

Halterhilgirê ji Rojhilatê Kurdistanê Siyamend Rehman weke "werzişvanê herî baş" ê sala 2017an hate hilbijartin.

Siyamend Rehman ku ji bajarê Şino yê Rojhilatê Kurdistanê ye û astengdar e, rikeberên xwe yên ji Belarus û Swîsrê li pey xwe hişt û bû yekemîn.

Pêşbazî ji aliyê Komîsyona Paralîmpîk a Cîhanî ve li welatê Îmaratê hate pêkanîn.

Siyamend Rehman heta niha di Şampiyonaya Olîmpiyat a Cîhanê de 2 car madelyaya zêrîn wergirt û 2 car jî rekora cîhanî derbas kir û sala par jî li Brezîlyayê di pêşbaziyekê de 310 kîlo rakir û rêja rekora xwe jî zêde kir.

Rehman yekem car di sala 2008an de li Îranê beşdarî pêşbaziyan bûbû.