Ana içeriğe atla
nîne

50 sal berê vê berhemê ji Tirkiyê revandibûn

Lahîdekî ku 50 sal berê ji Tirkiyê revandibûn û biribûn Îsvîçre, niha car din wê were Tirkiyê. Hukumeta Îsvîçre di sala 2010an de li ser giliyekî ku hat kirin, , dest danî ser lahit û bi Tirkiyê re têkilî danî. Hukumeta Îsvîçre di ser rêya wezareta xwe ya rewşenbiriyê de ragihand ku lahît ji Antalyayê hatiye revandin.

Lahît yê dewra Roma ye û li serê 12 karên ku Herakles dike hatiye danîn. Heraklesê ku di mîtolojiya Yûnanan de derbas dibe, di mîtolojiya Roma de bi navê Herkul derbas dibe. Lahîdê Herakles hat fêmkirin ku di kolandinên binê erdê yên sala 1960an de, li bajarê kevin li nekropola Perge ya Antalyayê de, bi qaçaxî hatiye dîtin û derxistine derveyê welat.

Lahît ê dewra qirnê 2 emîn ya berya zayînê ye. Bilindiya wê 235 santîme û 112 santîm jî firehiya wê ye. Giranîya wê li dora 3 tonî ye. Rêvebirê muzeya Antalya û berpirsên wezaretê çûn zanko ya Cenevre, muze ya huner û dîrokê. Li wê derê kaxezên lahîd hatin amadekirin û îmzekirin. Niha hemû foemalîte amadene da were Tirkiyê.

Niha lahit hatiye paketkirin û ji muzê derxistine. Balyozê Tirka yê Cenevreyê wêneyê lahît kişandiye û daye çapemeniyê. Dibe ku di 10 ê mehê de lahît bigihîje ciyê xwe.