Ana içeriğe atla
Yilmaz guney

33 sal bi ser koça dawî ya Bavê sînemaya Kurdî re derbas bûn

Îro 33 sal bi ser koça dawî ya Yilmaz Guney re derbas dibin, ku ew weke “Bavê sînemaya Kurdî” tê binav kirin. Yilmaz Guney roja 9ê Tebaxa sala 1984ê li Parisa paytexta Fransayê, koça dawî kir.

33 sal bi ser koça dawî ya sînemaka rû derhênerê navdar ê kurd Yilmaz Guney re derbas bûn. Wî 47 salên jiyana xwe bi serkeftinên mezin dagirt.

Derhêner û sînemakarê navdar ê kurd Yilmaz Guney, bi navê rast Yilmaz Putun, di 1ê Nîsana sala 1937ê li gundê Yenîce ya bajarê Edene ya Tirkiyê ji dayik bû. Bi eslê xwe ji malbateke kurd ê Siwerega Rihayê ye.

Yilmaz Guney dibistana seretayî û ya navîn li Edeneyê xwend. Ji ber ji malbateke karker bû, di 9 saliya xwe de dest bi kar kir. Di dema xwendina amadehiyê de dest bi nivîsandina çîrokan kir.

Guney xwendina xwe ya bilind li beşa hiqûyê ya Zanîngeha Enqerê,  beşa aborî ya Zanîngeha Stembolê kir. Di dema dibistanê de, di sala 1957ê de dadgeh derbarê wî de 7 sal û nîv cezayê zîndanê û 2 sal û nîv jî cezayê sirgûnê dide. Lewma xwendina xilas nake. Lê ew tenê salekê di zîndanê de dimîne.

Guney, di sala 1972an de bi sedema ku tevlî bûyerên sîyasî bûye tê girtin û 2 sal li girtîgehê dimîne û paşê serbest tê berdan.

Yilmaz Guney ji ber kuştina dozgerê Yumurtalikê 18 sal bi cezayê zîndanê hate mehkum kirin lê ew di sala 1981ê de ji girtîgeha Spartayê reviya û bi awayekî veşartî derkete derveyî welêt.

Guney di sala 1982ê de, di Festîvala Fîlmên Cannesê ya Parîsê, bi fîlma xwe ya bi navê Yol anku Rê, xelata Palmiyeya Zêrîn wergirt.

Yilmaz Guney di jiyana xwe ya hunerî de di 400 fîlman de rol girt û ji wan 110 fîlman de xwediyê rola sereke bû. Herwiha 18 fîlmên wî yên bi navûdeng hene, ku derhêneriya wan kiriye.

Derhênerê kurd Yilmaz Guney, di 9 îlona 1984ê de, hê di 47 saliya xwe de li Fransayê, ji ber nexweşiya penceşêrê koça dawî kir.

Her sal roja 9ê Tebaxê weke rêzgirtinekê ji bo Guney, Festîvala Fîlman a Navdewletî ya Duhokê dest bi karên xwe dike û xelatek jî bi navê “Xelata Yilmaz Guney” terxan kiriye.