Ana içeriğe atla
nîne

Zebeşên Diyarbekirê derketin pêşberê xelkê: Ya herî mezin ji 52 kîlo girantir e

Zebeşên Diyarbekirê bi nav û dengin û derketin bazarê. Êdî xelk dikare zebeşên Diyarbekirê bikire. Zebeşa herî giran îsal heya niha ya herî mezin 52 kîlo û 300 gram avêtiye. Bi giştî yên din giraniya wan li dora 40 kîloyî ne.

Di meha adarê de tovên zebeşan di zeviyên der û dora Diyarbekirê de hatin çandin. Zebeşên baş li dora çemê Dîcle tên tovkirin û gelek mezin dibin. Ji bo hilberîneka baş weka zibil jî ziblê kevokan tê bikaranîn.

Sala borî, ji ber nexweşînê giraniya zebeşên Diyabekirê dakitibû 30 kîloyî. Ji bo giraniya wan bigihê yên berê, xebatên tovkeran dewam dikin û hêdî hêdî ber bi encamê ve diçin. Zebeşên ku giraniya wan digihîje 40 kîloyan, bi hezir li kamyonan tên barkirin. Du kes bi hevre radikin zebeşekî. Piraniya wan yên ku giranin, ji bo li rêxistinan bên pêşandan, bi hezir bardikin.

Dema behsa Diyarbekirê tê kirin, di serî de sûrên wê û di peyde zebeşên wê tên bîra mirov. Di meha adarê de mirov tovên zebeşan datîne zeviya heya dibin fîde û dema wext hat, mirov dixe erdê. Piştî piçek mezin bû, mirov dora wan dikole û zeviyê cot dike. Eger derman bêkirin, piştî derman mirov zibil dide wan. Zibil yê kevokane û di mezinbûn û tama wan de heya şiklê wan, para wê gelek zêde ye.

Hilberînerên zebeşan her sal dikevin pêşbirka zebeşan û herî zebeşa giran, di sala 2014an de 62 kîlo û 700 gram hatiye.

Ji sala 1990an heya niha her sal testîwala zebeşan tê li darxisin.