Ana içeriğe atla
Hollywoodê George Clooney

Stêrkê Hollywoodê deriyê xwe ji kurdekî êzidî re vekir

Stêrkê Hollywoodê George Clooney û hevjîna wî Amal Clooney deriyên xwe jî kurdekî êzidî re vekirin.

Kurdê êzidî piştî rizgarkirina Mûsilê ji destê DAIŞê koçberê Amerîkayê bû û niha li mala George Clooney û hevjîna wî Amal dijî û li Zanîngeha Chicago dixwine.

George Clooney ji kovara Hollywood Reporterî derbarî wî kurdê êzidî de ku bêyî navê wî eşkere bike wiha got: “Bi otobûsekê diçû Mûsilê. Çekdarên DAIŞê du ajokar kuştine û gotine  kesên ku biçin dibistanê emê bikujin. Ew sax felitiye û hatiye Amerîkayê.”

Clooney herwiha diyar kir ku ji wî re gotiye: “Heger tu bixwazî bixwinî emê piştgiriya bikin. Em dikarin vê yekê ji bo te bikin.”

Amal Clooney hevjîna George Clooney jî parêzereke navdar a mafên mirovan e, û bi eslê xwe lubnanî ye. Wê li Neteweyên Yekbûyî behsa çîroka jinên kurdên êzidî yên ji destê DAIŞê rizgarbûne kiribû.

Amal Clooney di heman demê de parêzera çalakvana kurda êzidî Nadiya Mudrad e.