Ana içeriğe atla
nîne

Li Meksîkayê Erdhejeka mezin ya bi 8 dereceyê çêbû

Li Meksîkayê, di 8 dereceyê de erdhej çêbû û di herêmê de hawara tsûnamiyê hat kirin. Erdhej li gor rêjeya Dezge ya Amerîka ya Jeolojiyê hat dayîn. Li herêmê avahî hemû dan valakirin û hawar hat lidarxistin.

Li gor dezge Ya Jeolojiyê ya Amerîkayê erdhej li başûrê Meksikayê bi 119 km dûr, di kûrahiya 33 km de, di asta 8 dereceyê de çêbû. Navenda erdhejê navçeya Pijijiapan e.

Tê gotin ku li payîtexta Meksîkayê, li Mexico City yê jî xanî hejiyane û hemû mirov derketine derve.

Navenda hişyariyê ya Pasîfîk Tsûnamî hişyarî da temamê Meksîka, Honduras, Ekvador, Guatemala, Nikaragua û Panamayê ku li gor çêbûna tsûnamiyê tedbîrên xwe bistînin.