Ana içeriğe atla
nîne

Bi kevokan maddeyên hişbir dişînin zîndanê

Hat ragihandin ku li Arjantînê ji bo maddeyên hişbir bişînin zîndanê, kevokan bikartînin. Bûyer ji aliyê gardiyanekî ve hat fêmkirin. Di dema ku kevokek li ser zîndanê difiriya, kevok gelek tûhaf dihat xuyakirin.

Li welatê Arjantînê, li bajarê Santa Rosa yê, dema kevok di ser zîndanê de difire, wezîfedarên zîndanê dibînin ku torbekeya biçûk li ser pişta kevokê girêdayî ye. Wezîfedar kevokê digrin û dibînin ku di torbe de maddeyka hişbir û USB yek heye. Li ser mijarê lêkolîn hat despêkirin.

Hat ragihandin ku berê jî li zîndanê bûyerekî weha di sala 2013an de çêbûye.