Ana içeriğe atla
nîne

Qralê Urdunê ji yata xwe re bi 800 hezarê Tirkiyê benzîn girt

Keştiya taybet ya ku xwediyê wê qralê Urdunê Abdullahe, hat Marmarîsa Tirkiyê. Mega yat a bi navê “Sarafsa” 82 metre dirêjahiya wê ye. Gelek lux e. Li Marmarîsê 300 hezar litre mazot girtiye ku bi pere dike 800 hezar lireyê Tirk. Ev jî dike 200 hezar Ewro.

Di wextê nîvro de yata qral hat Marmarîsê û gelek bala xelkê kişand. Gelek kes li ber yatê wêneyen xwe kişandin. Xebatkarên yatê paqijiya yatê kirin. Li dora 300 hezar litre ardû xistinê û piştî temamkirina her tiştî derketin geşta behra Egeyê.

Berpirs aşkera nekirin bê Qral Abdûllah di nava yatê de ye an na. Yata 4 qatî ya bi navê Sarafsa di dinyayê de di nava 100 yatî de tê nîşandan. Zemîna wê ji mermere û ji bin de tê germkirin. Muslukên wê avzêrkirîne.

Di yatê dewekî din jakûzî, oda sporê, salona xwarinê û oda xebatê hene. Di yatê de 20 kes dexebitin.