Ana içeriğe atla
 Festîvala Filman a Venedîkê

Festîvala Filman a Venedîkê dest pê kir

 74emîn Festîvala Filman a Venedîkê ya Navneteweyî li Îtalyayê bi nîşandina filmê "Downsizing"ê ku derhênerê wê Alexander Payne yê û bi eslê xwe ji Amrîkayê ye dest pê kir.

Festîvala filman a herî kevn a cîhanê li Girava Lîdoyê, bi derbasbûna di ser xalîçeya sor û bi nîşandana fîlmê "Downsizing"ê ku Alexander Payne derhênerî kir û Jim Taylor jî senaryoya wê nivîsandiye dest pê kir.

Di film de ji ber zêdebûna nifûsa mirovan biçûkkirina şekl û şemalên mirovan wek çareserî tê pêşniyazkirin û lîstikvanên wek Matt Damon, Christoph Waltz û Kristen Wig di film de cih digirin.

Serokomarê Îtalyayê Sergio Mattarel jî beşdarî merasima vekirina fetîvalê bû.

74emîn Festîvala Filman a Venedîkê di 9ê Îlonê da bi şeva xelatê û piştî dayîna "Şêrê Zêrîn" ê xelata herî birûmet a mihrîcanê wê bi dawî bibe.