Ana içeriğe atla
Dayan Ebî Elam

Dayan Ebî Elam: Dixwazin herdem pêş çavê kamerayan bim

Dayan Ebî Elam, di sala 2015ê de bû “Şaciwana Havînê ya Lûbnanê”, paşî di sala 2016ê de, weke şaciwana Lûbnanê, di hilbijartina “Şaciwana Cîhanê” ya li Srîlankayê de nûnertiya welatê xwe kir. Xewna Dayan ew e bibe pêşkeşkarê televîzyonê.

Dayan Ebî Elam di vê hevpeyvînê de ji Rûdawê re behsa kar û projeyên xwe kir.

Tu di sala 2015ê de bûyî şaciwana Lûbnanê. Herwiha di çend pêşbirkên din de jî tu weke şaciwan hatî hilbijartin. Ezmûna beşdarbûna van pêşbirkan çawa bû?

Di sala 2015ê de bûme Şaciwana Havînê ya Lûbnanê. Paşî di rêwresma hilbijartina Şaciwana Cîhanê de min nûnertiya Lûbnanê kir. Ev her du jî ezmûnên herî baş bûn di jiyana min de. Ez hêvî dikim her keçek bikare van ezmûna jiyan bike. Çimkî ezmûnên rastbûna xewnên min bûn. Xewna hemû keçikan, ji biçûk heta mezinbûnê ew e, ku tacekî dayne ser serê xwe, nûnertiya welatekî bike. Bi nêrîna min armanceke jiyana min pêk hat. Ev rûmetekê mezin e ji bo min ku bûme nûnera welatê xwe.

Ji bo şaciwaniyê merc çi bûn?

Merc tenê ne ew e, ku rûyê re an jî şiklê te ciwan be. Yan jî keçekî nimayîşkar bî. Zêdetir kesayeta mirov e. Asta xwendinê û beckraunda rewşenbîrî ûçandî ye. Di dema derketina ser dike, baweriya bi xwe ye. wate divê şaciwan bikare xwe nîşan bide. Li ser dikê azad be û bawernameya wê ya bilind hebe. Derbarê welatê xwe de xwedan zanebûneke temam be. Herwiha bikare ji pêşeroja xwe ezmûnan werbigre û di paşerojê de xwedan proje be. Beşek ji van xisletan hişt ku ez di rêwresma şaciwaniyê de serkeftî bim. Hevdem min karî bi başî bersiva pirsên komîsyona dadweran bidim.

Wan çi pirs ji te kirin û te çi bersiv da?

Du pirs ji min kirin, ya yekemîn ew bû, ku eger hêza min ya encamdana hemû tiştan hebe, di heyama 24 demjimêran de tu dê li Lûbnanê çi bikî? Wê demê parlamentoya me nebû, min jî got dê di 24 demjimêran de parlamentoyekê nû ava bikim. Parlamentoyekê ku bikare weke welatekî demokratîk nûnertiya hemû gelên Lûbnanê bike.

Pirsa duyemîn jî ev bû; eger zarokekê te hebe û kêm endam be, tu dê wî%wê xwedî bikî yan nehêlî?  Divêya di vê pirsê de tu sedema bersiva xwe jî eşkere bikî. Min jî wiha bersiv da; bêguman ez dê xwedan bikim. Ji ber ku kesayet, şiyan û serkeftina mirovan ne li ser hîmê şiklê mirovan e. ya giring moral e û cewher û naveroka dil û kesayeta mirov e.

Di heyama van 2 salan de, piştî tu bûyî şaciwan, projeyên te çi bûn?

Gelek kar û projeyên min hebûn. Hemû şaciwan piştî bidestxistina nasnavê nebine kesayetên berçav û serkeftî. Di projeyên xwe de berdewam nabin. Ez piştî hilbijartinan bi berdewamî li pêş çavê kamera û medyayan bûm. Şaciwanî tenê wergirtina tacê nîne. Ji ber ku kar û projeyên piştî wergirtina tacê giring in. Dema keçek dibe şaciwan, gelek derî pêşiya wê vedibin. Gelek şans û bext derdikevin pêşiya wê. Lê bikarnaîna van derfetan jî dimîne ser stûyê wê mirovê. Ez bi awayekî cidî li ser kar û projeyên xwe sekinîme û hê jî kar dikim.

Beriya demekê tu hatibû Kurdistanê. Te li wir nîmayişa cilan kir. Beriya şaciwaniyê jî tu modelîst bûyî, hê jî vê karê xwe dikî?

Ez nimayîşkarekê frîlans im. Her dem hez dikim derbikevim dike û pêş kamerayan. Herdem dixwazim çalak bim, li welatê xwe û deverên din ên cîhanê çalakiyên min hebin. Dixwazin weke nîmayîşkar, aktorekî sînemayê jî derkevim pêşberê kamerayan. Reklaman bikim. Nîmayîşkarî tenê ne ew e derkevî ser ferşa sor û cilan li xwe bikî. Nîmayîşkar divê peyamekê bigihîne. Bi nêrîna min modelîstî, an jî nîmayîşkarî ji şaciwaniyê jî giringtir e. ji ber ku divê nîmayîşkar bikare bi başî peyama dîzayner bigihîne. Me li Hewlêrê ev kar kir. Me fashion showek kir. Min li wir nûnertiya Lûbnanê kir.

Te çend caran ji bo ciwaniyê neştergerî kiriye?

Tanê carekê ji bo difna xwe min neştergerî kir. Di zarokatiyê de difna min şkestibû. Bi giştî ez piştgirî didin neştergeriya ciwankariyê. Ciwanî baweriyeke zêde dide jinana. Bi mercekî ku sînor derbas nekin û jinan neke kesekê destgird.

Te divê bibî pêşkeşkar?

Erê, xewna min ew e, ku bibim pêşkeşkar.

Stranan nabêjî?

Ne, naxwazin stranan bêjim. Lê gelek semayê dikim.