Ana içeriğe atla
Hasan Gezer

Hasan Gezer yekemîn car rojbûna xwe pîroz kir

Hasan Gezer ê ku li bajarê Sêrtê dijî û li gor daneyên nifûsê di 1ê tîrmeha 1892an de ji dayîk bûye, cara ewil rojbûna xwe pîroz kir.

Rêveberê Bajêr yê Polîtîkayên Malbat û Civakî Gokhan Marakçi û xebatkarên saziyê Hasan Gezer li mala wî ziyaret kir û 126 saliya wî pîroz kir. Gezer di rojbûna xwe de bi pasteyê rojbûna xwe pîroz kir. Marakçi û kesên pê re diyariyên curbecur dan Gezer.

Marakçi diyar kir, li gor daneyên nifûsê Gezer 1ê tîrmeha 1892an de ji dayîk bûye û îro ket 126 saliya xwe û wiha dewam kir:

"Em jî wek xebatkarên midûriyê ji bo pîrozkirina rojbûna wî hatin. Xwedê emrekî dirêj û bi xêr bidê. Bi rastî jî tenduristiya apê me yê Hasan Gezer baş e. Nimêja xwe dike û rojiya xwe digre. Xwedê emrekî dirêjtir nesîbî wî bike."

Hasan Gezer jî ji bo ziyaretê kêfxweşiya xwe got û sipasiya Gokhan Marakçi kir.

10 zarok û 60 neviyên Gezer hene. Gezer got ku ew heta vî emrê xwe pir kêm nexweş ketiye û wî li zozanan timî şîr, mast û nan xwariye.