Ana içeriğe atla
Rûdaw

Rûdaw bi termînolojiya Pasdarên Îranê xeberan belav dike

Li hîç welatekî cîhanê dezgeheke medyayê wekî Rûdaw ku ji bilî xudanê xwe xizmetê bo hemî kesî û hemî welatan bike peyda nabe. Ji ber ku Rûdaw hîç vîzyoneke weşanê û vîzyoneke neteweyî nîne carna dikare bi nezanî bibe xizmetkar jibo daxwiyaniyên Pasdarên Îranê.
 
Berî du rojan Rûdawê bi zimanê Pasdarên Îranê xeberek bi vê sernivîsê belav kir: ”Supay Pasdaran: Tîmêkî tîrorîstî li parêzgay Sine lenêwbiran”. Bûyer çi ye? Bûyer ew e ku hinek pêşmergeyên Komeleyê ku rêxistineka siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê ye di şerê digel Pasdarên Îranê de şehîd bûne.
 
Rûdawê daxuyaniya berpirsekî eskerî yê Pasdarên Îranê kiriye çavkaniya xebera xwe û bi zimanê Pasdaran xeber belav kiriye. Di rojnamevaniyê de ruknê esasî yê xeberekî ew e ku nêrîna hemî aliyên bûyerekê di xeberê de hebe. Di vê xebera Rûdawê de hîç nêrîneke aliyê kurdan û Komeleyê nîne û tenê nêrîna berpirsê eskerî yê Pasdaran heye.
 
Dibe ku Rûdaw behsa rojnamevaniya ”profesyonel” bike û bibêje ku ew xeberên Pasdaran jî belav dikin. Ev bêjeya ”profesyoneliyê” perdeyek e ku gelek karmendên Rûdaw xwe di bin de vedişêre. Ka bibêjin kûdera vê xebera Rûdawê ku tenê daxuyaniyeke Pasdaran wekî çavkanî bi kar aniye ”profesyonel” e?
 
Heger di vê xeberê de ”profesyoneliyek” hebe ew jî ew e ku Rûdaw bi awayekî ”profesyonel” xizmeta Pasdaran û Îranê dike û pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistanê jî wekî ”terorîst” bi nav dike.
 
Mesele ne tenê ev xebera Rûdawê ye. Heger mesele tenê carekê bûya mirov dikarî bibêje xeletiyek çêbûye. Lê belê kerem kin û li beşa Rojhelatî Nawerast – Îran ya malpera Rûdawê binêrin û hun dê bibînin ku gelek xeber li ser navê Pasdaran yan jî Îtilaata Îranê tên belav kirin. Bo nimûne:
 
[24/6 2017] Supay Pasdaran: Tîmêkî tîrorîstî li parêzgay Sine lenêwbiran
 
(Xeber li ser şehîdkirina pêşmergeyên Komeleyê ye. Di vê xeberê de hîç nêrîneka kurdan û Komeleyê nîne.)
 
[18/6 2017] Pasdaran le Kirmaşanewe “hêrişîkidre ser Daiş” le Dêrezor
 
(Xeber li ser wê yekê ye ku Îranê roketek avêtiye devera Dêrezorê. Herçend Îranê ev êriş wekî tehdîdekê li hemberî başûrê Kurdistanê û Kurdistana Sûriyeyê kiribe jî Rûdaw vê êrişê bi zimanê Pasdaran wekî ku li dijî Daişê be belav dike.)
 
[15/6 2017] Supay Pasdaran: Tîmêkî tîrorîstî le Sîstan û Belûcistan lenêwbiran
 
(Di vê xeberê de jî çavkaniya Rûdawê tenê daxuyaniya eskerî ya Pasdaran e ku rikeberên xwe wekî “terorîst” bi nav dike û xeber bi temamî xizmet û propagandaya Pasdaran dike.)
 
[15/6 2017] Îtilaat: Grûpîkî tîrorîstîman le parêzgay Sine lenwê birdûwe
 
(Di vê xeberê de wezîrê Îtilaatê, Mehmûd Elewî wekî çavkanî hatiye nîşan dan û hemî xeber li gor agahdaiyên Îtilaatê hatine belav kirin ku goya wan li Sineyê heft kes kuştine ku du ji wan biyanî bûn. Di vê xeberê de jî rikeberên Îranê wekî “terorîst” hatine bi nav kirin û nêrîna rikeberan di xeberê de nîne.)
 
 
Yê ku bixwaze dikare bi dehan xeberên bi vî rengî di malpera Rûdawê de bibîne. Baş e Rûdaw çima vî karî û vê xizmetê bo Pasdaran û Îtilaata Îranê dike? Ya ku em dizanin dewleta herî zêde li dijî referanduma serxwebûna Kurdistanê jî Îran e û Îran vê yekê venaşêre jî.
 
Rûdaw dezgeheke medyayê ye ku bi sermayeyê Kurdistanê derdikeve. Li kîjan welatî be birêvebirekî wekî yê Rûdawê yek rojê jî li ser dezgeheke wiha nahêlin. Vîzyon û siyaseta Rûdawê ya weşanê jî tenê ew e ku hejmara xeberan di Rûdawê de zêde be. Inca ew xeber ji bo têkbirina Kurdistanê bin yan ji bo xizmeta Pasdaran û Îtilaata Îranê bin ferq nake.
 
 
Hewlêr, 2017-06-25
Peyama Kurd

Rûdaw