Ana içeriğe atla
Rûsya bi tundî bo Amerîkayê axivî

Rûsya bi tundî bo Amerîkayê axivî

Rûsya got eger Amerîka avahiyên sefaretan yên Rûsyayê bi paş de nedin, wê li gor wê jî tedbîr bên sitendin. Amerîka bi hêceta ku Rûsya di wan sefaretan de xebatên sîxurî dimeşînin, hemûyan girtibû.

 

Cîgirê serokomarê Rûsyayê Yuriy Uşakov got eger avahiyên wan nedin wan wê tedbîrên tund bistînin. Bi vê peyama xwe jî bala Amerîkayê kişandi ser mijarê û Uşakov dewam kir:

“Piştî vê kiryara Amerîkayê ku nabe bê qebûlkirin, serok Putin û hem wezîrê karê derve Sergey Lavrov, beyan kirine ku di dîplomasiyê de tişta herî bingehîn ew e ku mirov weke hev tevigere. Eger nebe em ê jî tedbîrên xwe bistînin. Niha em li bendê ne ku Amerîka gavên erênî bavêjin.”