Ana içeriğe atla
Putîn û Netanyahu bi rêya telefonê çi axivîn

Putîn û Netanyahu bi rêya telefonê çi axivîn

Koşka Serokatiya Rûsyayê, Koşka Kremlînê îro çarşembiyê di daxuyaniyekê de aşkere kir, ku Serokê Rûsya Vladimir Putîn û Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu di pêwendiyeke telefonî de bi hev re axivîn.

 

Li gorî daxuyaniyê, di vê pêwendiya telefonî de ku li ser daxwaza aliyê îsraîlê pêk hatiye, Vladimir Putin û Benjamin Netanyahu derbarê mijarên weke rewşa Sûrîyê û devera Rojhilata Navîn û têkiliyên du alî yên navbera her du welatan de gotûbêj kirin.

Kremlînê herwiha diyar kiriye, ku Netanyahu roja 9ê Gulanê, roja serkevtina Yekîtiya Sovyet û welatên hevpeyman li dijî Naziyên Almanya di şerê cihanî yê duyem de li Putîn pîroz kir.