Ana içeriğe atla
Polîs û zarokê yek salî li hev kirin

Polîs û zarokê yek salî li hev kirin

Sebiyê yek salî li ereba xwe siwar bû û ereba xwe bilez diajot. Sînorê leza xwe derbas kiribû. Erebeya wî gelek baş û biha bû. Ji malbata Audiyê bû. Ji ber sînorê leza xwe derbas kiribû polîsê Stockholmê wî da sekinandin.

Ji roja roja cejna Îsewiyan bû. Polîs jê xwest ku îznê bide da testa alkolê bike. Ji bo wê jî pêwist bû pif bike cîhazê. Zarok bi vêya razî nebû. Di dawiyê de polîs ji diya zarokê daxwaz kiriye ku wêneyeke wan bikşîne. Vê wêneya ku kişandine ji aliyê polîsê Swêdî ve hatiye xistin ser malpera facebookê ya polîsên Swêdê û belav kiriye.

Paşî polîs bi zarokê re kêf û henek kiriye. Lê weke miroveke mezin bi zarokê re tevgeriyane da baweriya zarokê ya xwe bi xwe çêbibe.