Ana içeriğe atla
Ji ekola Hawar ê: Hesen Hişyar  Serdî  (1907-1985)

Ji ekola Hawar ê: Hesen Hişyar  Serdî  (1907-1985)

Mele Hesen Hişyar bi navê xwe yê din Mele Hesenê Kurdî esas xelkê Licê ye. Licê qeza Diyarbekirê ye gundê Hesen Hişyar dikeve navbera qeza Licê û Hênê. Navê gundê wî Serdê ye. Niha hinek mal lê hene lê wextê hatibû valakirin.

Mele Hesenê Serdî hêj dema ku xorte Bizava Şêx Seîd dest pêdike û ew jî dikeve nava refên şervanên Bizavê. Piştî têkçûna bizavê Seyda tê girtin û dikeve zîndanê. Bûyerên ku di serê wî de derbas bûne di pirtûka xwe ya bi navê “Kurtejiyana Min” de bi hûrayî behs dike. Piştî zîndanê Seyda tê nefîkirin bo bajarê Anedolê Niğdeyê. Pêre Mele Mişhemedê Cemîlê Seyda û jina Cemîlê Seyda jî hene.

Mele Hesen di dema efûya 1928an de ji nefiyê dadigere û demeke kurt di îdareya Nûfûsa Pasûrê de dixebite. Seyda çûbû dibistanê û xwendin û nivîsandina wî hebû. Lê zêde dewam nekir û dema Bizava Agiriyê geş bû Seyda berê xwe dide Agiriyê. Dikeve nava refên şervanên Agiriyê. Seyda di şerê Agiriyê de birîndar dibe. Ji wê derê derbasî Binxetê dibe. Ji xwe re jiyaneka sade li Binxetê datîne û heya wefata xwe li wê derê dimîne.

Dema Seyda Mele Hesen tê Binxetê endamtiya xwe ya Xoybûnê dewam dike. Bi hevalên xwe re di komeleyan de xebata xwe dewam dike. Ji ber şerê germ nemaye xwe dide kare kulturî. Hem pexşan û hem helbestan dinivsîne. Bi Celadet Bedirxan re xebata xwe dewam dike. Dibe yek ji nivîsarên Hawarê. Di Hawarê de, Ronahiyê û Çiya de gelek nivîsên Seyda tên belav kirin.

Piştî wefata Mîr Celadet Bedirxan, Seyda bi xanima Celadet re bi Rewşen Xanim re xebata xwe dewam dike. Mele Hesen, Rewşen Xan û Nûrî Dêrsimî bi hevre kovareke bi navê “Wijdan” diweşînin. Gelek  berhemên Seyda Mele Hesen hebûn lê mixabin ji ber pirsgirêka çapê gelek ji wan nehatine weşandin. Pêwiste li ser berhemên Seyda bê rawestandin bê ka çi xizmetên dinê ji bo milletê xwe û welatê xwe kiriye.

Niha gora wî li gundê Dugirê li goristana gund tê definkirin.