Ana içeriğe atla
Rêxistina Asorî ya Demokratîk: Desthilateke ne rewa...

Rêxistina Asorî ya Demokratîk: Desthilateke ne rewa...

Îro, li bajarê Hesekê ya başûrê rojavayê Kurdistanê ofîs ragehandinê ya Rêxistina Asorî ya Demokratîk daxuyaniyek belav kir tê de girtina ofîsa xwe ji aliyê Asayîşa Partiya Yektiya Demokratîk(PYD) ve bi tûndî şermezar kir û da zanîn ku, ew kiryar binpêkirina maf û yasayên navnetewî ne.

Di daxuyaniya xwe de aşkere kir ku, ofîsa Rêxistina Asorî ya Demokratîk ya ku, di heman demê de navenda Desteya Aştiya navxweyî û karê civaka sivîl bû ti carî muhletê ji desthilateke ne rewa wernagre.

Herwiha daxwaz ji Partiya Yektiya Demokratîk(PYD) kir ku, ji wan siyasetên xwe vegere û rê bide hemû partiyên siyasî û sivîl kar û xebata xwe bikin, daku, navçe bi hemû pêkhateyên xwe jîyaneke aram û aştiyane bijîn.

Ji bo nûçeyên guncav bitikînin...