Ana içeriğe atla
Kurdistan û Îraq bi hev re diçin hevdîtina bi Trump re

Kurdistan û Îraq bi hev re diçin hevdîtina bi Trump re

Hate zanîn ku dê di dema serdana Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî ya ji bo Washingtonê de Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên jî di şandê de hebe.

Di serdana dawî ya Hewlêrê de Serokwezîrê Iraqê Heyder Ebadî roja 7ê Adara 2017an ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî civiyabû û pêşniyar kiribû ku Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên jî di serdana Amerîkayê de pê re be.

Li gorî zanyariyên heyî Mesûd Barzanî jî bi erênî bersiv daye vê pêşniyarê û razî bûye ku Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Husên jî di şandê de hebe.

Biryar e roja 20ê Adarê Heyder Ebadî li gel şandeke berfireh bigihe Washingtonê û li gel Serokê Amerîkayê Donald Trump hevdîtinekê pêk bîne.

Roja 22ê Adarê jî li Amerîkayê civîna welatên hevpeymaniya navdewletî ya li dijî DAIŞê dê bê sazkirin.