Ana içeriğe atla
Dorrian: Me pêwendiyên xurt hene li gel HSDê

Dorrian: Me pêwendiyên xurt hene li gel HSDê

Berdevkê Fermandariya Hevpeymana Navdewletî ya li dijî DAIŞê John Dorrian diyar kir ku di navbera hêzên wan û Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) de hevkariyeke xurt heye.

Berdevkê Fermandariya Hevpeymana Navdewletî ya li dijî DAIŞê John Dorrian ji bo danîna plana operasyona kontrolkirina Reqayê û hêzên ku beşdarî operasyonê dibin got: "Hevkariyeke me ya gelekî baş li gel Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) heye. Em dipên ku ew hêz di nava çend mehên pêş de serkeftinên mezin bi dest bixin û herêmeke berfireh kontrol bikin.”

Dorrian di derbarê operasyona Reqqayê de diyar kir ku plana wan ew e ku em hîn zêde nêzîkê wî bajarî bibin û got, "Niha HSD hewil dide ku karibin Reqayê paqij bike û ji bo ku ev hêz karibe zêdetir pêş de biçe, wê piştgiriya me ya ji bo vê hêzê berdewam bike."

Dorrian di dewama axaftina xwe de dest nîşan kir ku armanca wan a sereke ew e ku piştgiriyê bidin operasyona kontrolkirina Reqayê û got, "Nabe ku li bakurê Sûriyê hîç navçeyek di bin desthilatiya DAIŞê de bimîne."

Berdevkê Hêzên Navdewletî da zanîn ku peywendiya wan li gel artêş û hikûmeta Iraqê heye, ne li gel Heşdî Şebî û her wiha di derbarê peywendiyên wan û Artêşa Sûriyeyê de jî derbirî ku bi tu awayî hevkariyeke wan li gel Artêşa Sûriye û Rûsyayê tune ye.