Ana içeriğe atla

Amerîka leşkerên xwe yên li Rojhilata Navîn zêde dike

Berpirsekî leşkerên Iraqê diyar kir ku 2 hezar leşkerên Amerîkayê gihîştine baregeha leşkerên Amerîka ya li bajarê Enbarê. Her wiha piştî ku Donald Trump bû serokê Amerîka biryara zêdekirina leşkerên Amerîkî li Suriyê jî da. Hefteyên bihurî nêzî 500 leşkerên Amerîka jî li herêma kurdî bi cih bûn.

Li gorî agahiyên Ajansa Anadoluyê berpirsekî leşkerên Iraqê yê ku nexwest navê xwe bide, diyar kir ku ji bo di şerê li dijî DAIŞê de piştgiriya hêzên Iraqê bikin, 2 hezar leşkerên Amerîkayî gihîştine baregeha leşkeran a li Eyn Esed a li bajarê Enbarê.

Her wiha wî berpirsê diyar kir ku ew leşker wê ji bo kontrolkirina devera baregeha leşkerî ya li Eyn Esedê û navçeya Qaîm û li rojavayê parêzgeha Enbarê piştgiriyê bidin hêzên Iraqî.

Tê gotin ku li Iraqê niha nêzîkî 4 hezar leşkerên Amerîkayî hene, ku li çend baregehên leşkerî hatine bicihkirin û di şerê li dijî DAIŞê de piştgiriya hêzên Iraqê û Kurdistanê dikin.