image

PeyamaKurd - Di fînala Kûpaya Cîhanê ya Baskêtbola Jinan de Amerîka bû şampiyon.

Di fînala 2018an a FIBA ya Kûpaya Cîhanê a Baskêtbola Jinan de Amerîka, li hember Awustralyayê  bi 73 – 56 biserket û bû şampiyon.

Li bajarê Tenerîfe ya Îspanyayê fînala Kûpaya Cîhanê hat tertîpkirin, Amerîka û Awustralya hatin pêşberî hev. Amerîka di heyama ewil de 20-15 kete pêş û dewra ewil 35-27 li pêş qedand.

Di heyama fînalê de jî Amerîka performanseke baş derxist û ji salonê 73-56 biserkeftî veqetiya. Herwiha li ser hev cara 3yemin û bi tevahî jî cara 10an Kûpa bire Mûzeya xwe.

Li aliyekî din Îspanyayê di yariya bo rêza sêyem de bi 67 – 60 Belçîka têkbir û bû xwediyê ristika bronzî.