image

Tîma Real Madridê di 16emîn tura pêşbirka Kupaya Qral a Îspanyayê de bi tîma Numanciayê re bi encama 2-2 wekhev ma û bi wê encamê derkete fînala çaryekê.

Tîma Real Madrîdê û Numanciayê Stada Santiago Bernabeuyê hatin beramberê hev. Kadroya tîma Real Madrîdê pirnaî ji gogvanên cihgir pêk hat.

Real Madridê di xuleka 11emîn de bi gola Lucas Vazquez 1-0 pêş ket.

Di xuleka 45emîn de gogvanê Numanciayê yê bi navê Guillermo Fernandez Hierroy golek tomar kir û encam bû 1-1 û nîvê ewil yariyê bi vê encamê bidawî hat.

Di xulaka 59emîn de dîsa Lucas Vazquez li ser navê Real Madridê golek tomar kir 2-1 pêş ket.

Tîma Numanciayê dîsa bi Guîllermo Fernandez Hierro ya xuleka 82yemîn de tomar kirî gihîşt Real Madridê skor kir 2-2.

Yarî bi vê encamê 2-2 bidawî bû û ji ber ku Real Madridê di yariya yekem de bi encama 3-0 ji Numanciayê birî bû ew derbasî fînala çaryekê ya Kupaya Qral a Îspanyayê bû.