image

Jinên Erebistana Si’ûdî heya niha nikaribûn biçûna di stadyûman de maçan temaşe bikirina.Sala borî rêvebiriya wan qanûnek derxist da jin karibin herin di stadyûman de maça temaşe bikin.

Li bajarê Cideyê di dema ku maç hebû, gelek jin çûn temaşa maçê. Jina bi navê Lamiya Xalid Nesîr ya 32 salî weha şirove kir: “Ev nîşan dide ku dahatûyeka me ya baş dê hebe. Ez bi vê guherînê gelek bextewerim.”

Jineka dinê got ku ev guherînên herî li jorin. Hukumeta Si’ûdî ragihand ku jin dikarin maçên duyem yên rojên şemî û pêncşemê jî di stadyûman de temaşe bikin.