image

PeyamaKurd - Li Ingîltere di Lîga Premîerê de bi windakirina Manchester Unitedî li hember West Bromwich Albion 1 – 0, Manchester City şampiyonatiya xwe îlan kir

Li  Lîga Premîerê di hefteya 33emîn de Manchester United, di stada Old Traffordê de bi tîma West Bromwich Albion hate hemberî hev, ku West Bromwich Albion di lîgê de li sira herî paş e 1 – 0 windakir.

Manchester United (71) 16 pûan ferq a di navbera xwe û Manchester City yê (87) de kêm nekir û beriya xelasiya lîgê bi 5 hefteyan Manchester City şampiyonatiya xwe gerentî kir.

Manchester City, li Ingîltereyê di lîga futbolê ya asta herî bilind de di piştî sezonên 1936-37, 1967-68, 2011-12 ve 2013-14an de gihîşte şampiyonatiya xwe ya 5emîn.

Teknîker Josep Guardiola piştî Spanya û Almanyayê li Ingîltere jî şampiyonatiya lîgê bidestxist.