image

Di tarîxê de lîstikên olîmpiyatan gelek caran di bin siya siyasetê de hatin lidarxistin. Piştî herba duyem ya cîhanê Koreya ku bû du perçe bi lîstikên Koreya Başûr ve nêzî hev dibin. Herdû dewletên ku ev du salê bûrî têkîliyên siyasî bûn, bi saya Lîstikên Olîmpiyatên Zivistanê ve têkilî danîn.

Koreya Başûr herî dawî di sala 1988an de ji Lîstikên Olîmpiyatê yên Havînê re xwedîmaltî kiri bû. Her çiqas berê du caran ji bo listikên zivistanê serî lê da be jî tu encam bidestnexistibû.

​Lîstikên ku herdu dewlet nêzî hev kirin heta 25ê Sibatê wê bidome û li Stada Olîmpiyatê ya PyeongChang ya ku kapasîteya wê 35 hezare bê lidarxistin. Koreya Bakur hemû daxuyaniyên DYAyê paşguh kir û bi Koreya Başûr re li ser masê rûnişt û diyarkirin ku têkîliyên herdu dewletan divê baş bibe.

Koreya Bakur ji bo lîstikên Olîmpiyatên zivistanê 22 werzişvan bi tevahî jî 550 kes şand organîzasyonê. Di merasîmê de werzişvan li şûna ala Yekîtiya Koreyê û sirûda netewî, wê bi strana gel ya Koreyê bimeşin.