image

PeyamaKurd - Tîmeke zanistvanan lêkolînek derbarê bibîranîna xewnan de û bandora vîtamînan li ser pêk anî ku di encamê de derket vîtamîna B6ê alîkariya mirovan dike ku xewnên xwe bi hûrgilî bi bîr bînin.

Li gorî rojnameya zanîngeha Adelaideyê ya Awistralyayê, lêkolînerên awistralî ragihandiye ku dozek ji vîtamîna B6ê alîkariya mirovan dike ku hûrgiliyên xewnên wan werin bîra wan.

Lêkolîneran diyar kir ku wan kesên her şev wê vîtamê berî xewê dixwin bêtir hûrgiliyên xewnên xwe bi bîr tînin ji wan kesan ên ku ew dermanekî plasebo xwariye.

Lêkolîn ji aliyê Dr. Denholm Aspyê yê fakûlteya derûnnasiyê ya zanîngeha Adelaideyê û çend zanistvanan hatiye kirin û li gorî wê, hinek delîl hatine bidestxistin lê bi tevahî nehatiye piştrastkirin ku Vîtamîna B6ê bibîranîna xewnan xurt dike.

Encamên lêkolînê di kovara Perceptual and Motor Skillsê de hat weşandin ku li ser 100 kesan hatibû kirin. Nîveka temenê wan kesên beşdarî lêkolînên bûbûn, 27.5ê bû.