image

Hat ragihandin êşa mirîşkan a înffluenzayê li 15 bajarên Îranê belav bûne. Rayedar neçar mane ku 14 milyon mirîşkên biêş telef bikin.

Li gorî daxuyaniya Elî Riza Refîpûrî yê Serokê Rêxistina Beytariyê ya Îranê; di çend mehên dawî de wan 14 milyon mirîşkên spî ji ber nexweşiyê telef kirine.

Medya îranê nûçeya xwe bi beyanatên Refîpûrî ve girêdidin û îdîa dikin nexweşiya mirîşkan li 15 bajarên cuda berbelav bûye.