image

PeyamaKurd - Mehkemeya li Calîforniaya eyaleta Amerîkayê di biryara xwe de destnîşan kir ku divê hin saziyên qehweyê li ser pakêtên qehweya xwe hişyariya "dibe ku bibe sedema penceşêrê" binivîsînin.

Konseya Lêkolîn û Perwerdeya Amûrên Toksîtê di çarçoveya qanûna eyaletê de ku dibêje "divê sazî der barê amûrên dibin sedema penceşêrê dae agahiyan bidin mişteriyên xwe" li 90 şirketên ku di nav wan de Starbucksa saziya qehweyê jî heye doz vekir û mehkemeyê doz temam kir.

Elihu Berleyê Dadgerê Mehkemeya Bilind a Los Angelesê diyar kir ku saziyên jê gilîdar bûne delîleke ku nîşan dide 'amûrên qanserojen ên ku di dema qelandina qehweyê de derdikevin holê zirarê nadin tenduristiya merivan' pêşniyazî mehkemeyê nekirin.

Berle di biryara xwe de got divê saziyên qehweyê li ser pakêtên qehweya xwe hişyariya dibêje "dibe ku bibe sedema şêrpenceyê" binivîsînin.

Kosey dibêje ku akrilamidina di dema qelandina qehweyê de derdikeve amûreke qanserojen e.

Şirket jî dibêjin ku akrilamidin di asteke bêzirar de di nav qehweyê de heye û ji bo ku qehwe bi tehm bibe dendikan diqelînin û di encama qelandinê de akrilamidin derdikeve holê, dibê vê ji qanûnê muaf bigirin.

Hin sazî jî dibêjin mumkin nîne ku akrilamidinê ji nav qehweyê derxin û tehma qehweyê neguhere.

Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê di sala 2006an de qehwe tevlî lîsteya amûrên "dibe ku qanserojen bin" kiribû.