image
PeyamaKurd Niviskar
image

Ji dewrên Neolotîk, heta mirov dikare bêje ji serdema Adem û Hawa hetanî roja me, yek ji mijarên ku herî zêde lêkolîn li ser hatine kirin, bala civak û însanan kiÅŸandiye û bi pênasiyên cuda cuda hatiye ÅŸîrovekirin, rola rêberan û xwedî derketina hestên neteweyî ye. Li parzemîn û coxrafiyayên cuda yên dinyayê her çiqas însan bi tena serê xwe an jî bi komên biçûk jiyana xwe domandibe jî, di her kar û xebatên jiyanê de pêwistiya wî/wan bi pêÅŸeng/rêberekî çêbûye, bi rêberan gihîÅŸte daxwaz û armancên xwe û hikumranî li ser ax û grûbên însanan kiriye.

BaÅŸ e, ji destpêka dîrokê û hetanî roja me rola rêberan di civakê de çi bû, ÅŸert û mercên rêberekî serkeftî di nava civakê de çi ye, kî dikare rêberiyê bike û berpirsyariyên wî çi ne, bi 10an netewên ku di sedsala dawî de bûne dewlet bi hebûna rêber û hestên neteweyî bû an lihevhatin bû? Fêhmkirin û pênasiya têgeha rêberî hem pêvajoyeke tevli hev e û hem jî ne hêsan e. Ji bo ku pêwistiya hemû kom û beÅŸên civakê bi rêberên pêbawer, wêrek, zekî, aqil, ji nûjeniyan re vekirî, sînerjîk, xwedî erk û yê ku ji terefê civakê ve tê xwestin heye. Li gorî hin têgehan rêberî; di ÅŸert û mercên heyî de ji bo pekanîna armancên xwe, pêvajoya kanalîzekirina kom an jî civakê; li gorî têgeheke din di rewÅŸ û mercên heyî de ji bo gihîÅŸtina armanca xwe tesîr û bandorkirina çalakî û helwesta ser însanan e.

Rêber wêrek, pêÅŸbîn û bêalî ye. Li gorî nêrîneke din; xwediyê erk û hêza ku bikaribe tiÅŸtekî bi kesekî an jî bi civakê bide qebûlkirin û hezkirin. Rêber divê bikaribe ji însanan grûban çêbike û ji bo hedef û armancan têxe hereketê, divê xwediyê huner û mehareteke qanihkirinê be ku bi kêm însanan re hebe û ya herî girîng jî gerek ji terefê grûb û civakê ve bê xwestin, baweriyê bide civakê û xwe wek yek ji civakê û xizmetkarê wan bibîne. Divê xwediyê xisleteke pozîtîf, sînerjîk û bêalî be ku dema biryarek wergirt bi hemû beÅŸ û dînamîkên civakê re hesab û îstîÅŸare bike û dema ev hesab kir heke ev biryar aramî û pêÅŸroja civake zêde bike bikaribe bi wêrekî li piÅŸta vê bisekine. Nabe di navbera biryar û di axaftinên wî de dijayetî, nakokî hevnegirtî hebe. Ji bo ku xeletî mexsûsî însan e, dema ÅŸaÅŸî kir divê bikaribe vê jî qebûl bike û bi ÅŸêweyekî semîmî vê bi civakê re parve bike.

Rêber, problem û pirsgirêkên civakê pozîtîf û bi ÅŸêweyekî rasteqîn analîz dike û divê di nava civaka xwe de bijî, nikare ji wan dûr bikeve. PêÅŸbîn e, firsendên baÅŸ dibîne, fêde û zirarê ji bo civakê analîz dike û înîsîyatîfê bikar tîne. Herdem berjewendiya civakê bi ser berjewendiyên xwe yên ÅŸexsî re digire, wekhevîxwaz û di nava kesayetên grûbê de cudatiyê nake. Rêzik û qaîdeyên civakê çi bin ji bo hemû kesan dide tetbîqkirin û cudatiyê naxe nava dost, heval, biyanî an jî beÅŸên din yên civakê. Tucarî tevli karên neînsanî û îlegalî nabe, bi aqil, sebr, bîrbirî û bi plan e. Dizane kengî wê çi biaxive û peyv bi pîvan ji devê wî derdikeve. Çunkî rêberê xwediyê van pîvanan ji terefê dost û dijminên xwe jî rêz û hûrmetê dibîne. Helbet mirov dikare xisletên rêber û pêÅŸengên civakê bi sedan mînakan dewlemendtir bike. Lê ku rêber li ber destê Eflatun û Arîsto perwerdehî dîbe û li zanîngehên herî baÅŸ ê cihanê xwendina xwe qedandibe jî, heke bi hestên neteweyî û bi hevîrtirÅŸê axa welatê xwe nehatibe histrandin ked, xebat û hemû hewla wî dê vala û pûç derkeve. Bê çawa pozîtîf û negatif, jin û mêr, av û heyat bi hebûna hev xwedî qîmet û nirxek in, rêber û hestên neteweyî jî bê hev nabin. Hestên neteweyî/Kurdewarî, hestên neteweyî/Kurdewarî di çarçoveya rewÅŸeke aktuelî, geÅŸepêdana dîrokî û di hebûna ÅŸertên millî de derxistina wezîfeya bîr û hiÅŸmendiyê ye.

 

Di nêrîna dinyaya îroyîn de mahîrbûn û hebûna hiÅŸmendiya polîtîk, exlaq heta estetîkî ye. Bîr û hiÅŸmendiya neteweyî xwedîderketina ax, av, çand, welat, ziman û kevneÅŸopiya coxrafiya ku mirov lê dijî ye. Netewbûn, aîdiyet û amadebûna parastina maf û berjewendiyên millî, hewla keddayîn û pêÅŸxistina civakê û kêfxweÅŸiya bi van serkeftinan e. Qedr û qîmet girtina her ferdek ji civaka xwe û bi mêjiyekî pêÅŸketî xizmetkirina ji bo wan e. Em di sedsala 21emîn de dijîn, hewceyî bi dirêjkirinê peyvên felsefîk an jî çîrokan nake. Bi kurt û Kurmancî, mirovên nexwende jî berjewendiya xwe ya ÅŸexsî û neteweyî dizanin. Dizanin bê çi qezenç an jî çi zirar e. Kurd jî dizanin bê çi di berjewendiya wan de ye û çi nêrîn û bawerî zirarê dide wan.

Di nîv esra dawî de biryarên ÅŸaÅŸ ên polîtîk û siyasî li bakurê Kurdistanê bandorek mezin li Kurdan kir. Di kolana xendek û berîqetan de bi can û malê xwe hem bedêlên giran dan û hem jî ne ji bo tu tiÅŸtî. Bi dehan bajarên wan wêran, bi 100 hezaran însan di ÅŸertên çilê yên giran de zorî koçbêriyê bûn û li kolanan man. Bi hezaran xort û ciwanên Kurd ku piraniya wan xwendevanên zanîngehan, pêÅŸeroj û hêviya civakê bûn, bi bawerî û fikrên pûç û vala, bi destê xêrnexwaz û kesên ji hestên neteweyî dûr wek berxê ber kêrê bûn qurban. Her kesê ku encamên bûyerê bide ber hev dizane ku rêberên wê tevgerê di destên hêzên tarî de bûne leystok û zarokên Kurdan kirin qurbana mebestên xwe yên nediyar. Li gorî texmînên min ku ez pê bawerim û dê xwendevan jî tevli min bibin, sedema bûyerên 2 salên dawî ku li bakurê Kurdistanê qewimîn û encamên wê ji bo Kurdan pir giran çêbûn, ji nebûna rêberekî xwedî hestên neteweyî bû. Ji bo ku tu rêxistinek xwedî hestên neteweyî destûra karesatek wiha nade. Ev ji sedan xayîntî, li gorî hinek kesan jî ÅŸaÅŸiyan yek jê ye û em dikarin gelek mînakên wiha bidin.

Kurdistan ber girtiye û bi serxwebûnê bi heml e. Rêber wek çirayê ye û pêÅŸiya civaka xwe ronî dike. Bi her însanî re qabîliyeta rêberiyê tuneye, ji bo ku ev wesfekî ruhî ye.

Heke derfet hebe em bîskekê hizr bikin û serê xwe têxin nava destê xwe û bifikirin.

Gelo di roja me ya îro de kî xwediyê van ÅŸert û wesfan e?

Kê çavê xwe di binê ala neteweyî de vekir û dengê pêÅŸî ku seh kir sirûda Ey Reqîp bû?

Kê zarokatî û perwerdeya xwe ya pêÅŸî li ber destê efsaneyekî wek Mele Mustafa Barzanî derbas kir?

Kî ji 12 saliya xwe ve PêÅŸmerge ye?

Kî di pêÅŸiya pêÅŸmergeyên xwe yên qahreman de cebhe bi cebhe geriya û li hemberî dijminan sînga xwe ji guleyan re vekir û ji mirinê re digot merheba?

Kî dema xelkê wî digiriya ew jî bi wan re digiriya û dema dikeniya ew jî dikeniya û bi kul û xemê wan xemhal bû?

Kê xelekên zincîrên zilmê yek bi yek ÅŸikand û gelê xwe derxist ronahiyê û welatê xwe ber bi serxwebûnê ve dibe?

Qahremanê sedsala 21emîn Serok Mesûd Barzanî ye.

Bi ked û xebata rêberekî pêÅŸbîn û xwediyê hestên neteweyî wek Serok Mesûd Barzanî û bi xwîna pêÅŸmergeyên dilsoz û canfîda Kurdistana rengîn ku bi sedê salan hatibû talan û dagirkirin, ber girt û bi serxwebûnê bi heml e. PêÅŸmergeyan her bostek axa pîroz bi xwîna xwe avdan û mijara serxwebûnê gihandin hetanî îro. Xewn û xeyala sedsalan wek roj û heyvê ji me ve ayan bûye û îro ji her dem û wextî zêdetir pêwistî bi alîkarî û piÅŸtgiriyê heye.

Kurdno!

Hûn jî bar hilgirin ku Kurdistan kêlîk berî kêliyekê hemla xwe deyne.

Bijî Kurd, bijî Kurdistan, bijî pêÅŸmergeyên dilsoz û qahreman!